Îgrek: Li Şengalê wê gel biryara her tiştî bide, divê PDK hurmetê nîşan bide

Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek destnîşan kir, ku hêza herî mezin a rê li ber azadiya Şengalê vekir PKK ye, ku di nava hemû şert û mercan de civaka Êzidî ti carî bi tenê nehiştiye.

Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek destnîşan kir, ku hêza herî mezin a rê li ber azadiya Şengalê vekir PKK ye, ku di nava hemû şert û mercan de civaka Êzidî ti carî bi tenê nehiştiye.

Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek, azadkirina Şengalê ji aliyê hêzên azadiyê ve û bûyerên piştî wê qewimîn, ji ANF'ê re nirxand.

'PDK POLÎTÎKAYEKE ŞAŞ Û BERJEWENDÎPARÊZ DIMEŞÎNE'

Îgrek got, "Di 13'ê Mijdarê de azadkirina Şengalê bi pêşengiya hêzên azadiyê, di nava civaka me ya Êzidî ya li gelek deverên cîhanê de rê li ber kêfxweşiyeke mezin vekir û bû hêviya herî mezin a salên dawî." Îgrek da xuyakirin, ku hêzên azadiyê yên ku ji roja dagirkirina Şengalê heta roja îro gelê Şengalê di her şert û mercan de parast, li cem wan man û pê re Şengal azad kirin, wê ti carî ji aliyê civaka Êzidî ve neyên jibîrkirin.

Îgrek nerazîbûn nîşanî rêveberî û çapemeniya PDK'ê da ku îdîa dikin 'Şengal ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye azadkirin' û destnîşan kir ku hêza esasî ya Şengal azad kir, hêzên azadiyê ne. Îgrek ragihand ku PDK ji destpêkê ve li hemberî Şengalê polîtîkayeke şaş û berjewendîparêz dimeşîne û got, "Piştî ku Şengal hat dagirkirin, hêzên azadiyê ji bo azadkirina Şengalê dest bi amadekariya operasyoneke mezin kirin. Beriya ku ev operasyon were destpêkirin agahî ji rêveberiya PDK'ê re hat dayîn. PDK'ê, ji ber ku dizanîbû di her şert û mercî de wê hêzên azadiyê Şengalê azad bikin, xwest tevlî operasyonê bibe, bi vî rengî di çavê gelê Şengalê de bibe xwedî qîmet û bike ku hêzên PKK xwe ji Şengalê vekişînin. Bi vê armancê, beriya destpêkirina operasyonê nehişt ti saziyên çapemeniyê yên li derveyî kontrola xwe biçe Şengalê. Piştî operasyonê xwest, bi organên xwe yên çapemeniyê re hêza esasî ya Şengal azad kir ji nedîtî ve bê û her tiştî bike malê xwe. Lê belê hem tevahiya cîhan, hem jî gelê Şengalê gelekî baş dizane ku Şengal ji aliyê kê ve hatiye azadkirin."

DIVÊ PDK DI DESTPÊKÊ DE BERSIVA 'ÇIMA EV GEL DI NAVA LEPÊN MIRINÊ DE HIŞT' BIDE

Îgrek ragihand ku her kesên di azadkirina Şengalê de keda xwe heye, ji bo wan gelekî girîng in û da zanîn ku ew baş dizanin ku hin kesên hewl didin vê operasyona azadiyê bikin malê xwe, armanca wan çi ye. Îgrek da xuyakirin ku piştî azadkirina Şengalê pêşmerge hewl didin gelê li herêmê bike dijminê hev û got, "Yên ku gelê Şengalê di nava lepên DAIŞ'ê de hiştin û bêyî şer bikin xwe vekişandin, wê ti carî ji aliyê Êzidiyan ve neyên jibîrkirin. Yên ku îro radibin dibêjin 'me azad kirin' û bi tinehesibandina hêzên azadiyê re dixwazin li Şengalê serdest bin, bila di destpêkê de bersiva pirsa ku heta roja îro nedane vî gelî bidin. 'Çima di 03.08.2014'an de em di nava lepên mirinê de hiştin, ev parçeyê kîjan planê bû?' Êzidî hînê li benda bersiva vê pirsê ne."

'PDK PÊŞÎ LI VEGERA LI ŞENGALÊ DIGIRE'

Îgrek anî ziman ku li gorî agahiyên rojane digihêjin ber destê wan, piştî azadkirina Şengalê Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê yên dixwazin vegerin Şengalê ji aliyê pêşmerge û rêveberiya PDK'ê ve tên astengkirin û diyar kir ku Êzidiyên li kampên di bin kontrola PDK'ê de ne, dema dixwazin vegerin Şengalê, nasnameyên wan jê tên girtin û bi vî rengî vegera wan tê astengkirin. Îgrek destnîşan kir ku bi taybetî ciwanên Êzidî yên dixwazin tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê bibin, bi zanebûn tên astengkirin.

'GEL DIBÊJE; PKK NEBE EM Ê JÎ ŞENGALÊ BITERIKÎNIN'

Îgrek bal kişand ser nîqaşên li ser 'vekişîna hêzên ser bi PKK'ê û da zanîn ku gelê Şengalê ti carî naxwaze PKK ji wir vekişe. Îgrek got, "Gel vê yekê bi taybetî dibêje; 'Yekane hêza ku em pê bawer in ku wê me li vir biparêze, hêzên ser bi PKK'ê ye û Yekîneyên Berxwedana Şengalê ye. Eger PKK ji vir derkeve, em ê hemû ji vir derkevin'. Gel her wiha vê jî dibêje, 'Eger daxwaza me ya xweseriyê bê qebûlkirin, mekanîzmaya xwerêveberiyê ya bi vîna xwe bi temamî bikeve dewrê û YBŞ ji aliyê navneteweyî ve weke hêza parastina Şengalê bê qebûlkirin, wê çaxê, bi biryara gel re wê ev mijar bê nirxandin'. Ti kes nikare vê daxwaza gel ji nedîtî ve bê. Li Şengalê biryara her tiştî di destê gel de ye, PDK jî divê hurmetê nîşan bide."

'GELÊ ŞENGALÊ ÊDÎ SERDESTIYA TI KESÎ QEBÛL NAKE'

Îgrek damezrandina Meclîsa Gel a Şengalê ya 14'ê Çileya 2015'an bibîr xist û diyar kirk u hêza biryarê li ser pêşeroja Şengale bide meclîsa gel e. Îgrek daxwza naskirina bi fermî ya rêveberiya xweser û Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi taybetî destnîşan kir û ragihand, ku gelê Şengalê wê bi ti awayî ji van her du daxwazan venegere. Îgrek da xuyakirin ku YBŞ ji xwe ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi awayekî fermî hatiye naskirin û anî ziman ku divê ev hêza parastinê li qada navneteweyî jî were naskirin. Îgrek got, "Bila her kes baş zanibe ku Şengal û Êzidî wê ti carî ne mîna berê bin. Her bihosta xaka Kurdistanê ya gelên ji bo wê xakê canê xwe dane ye. Ew xak wê ti carî nekeve bink ontrola kesekî yan jî partiyekê." Îgrek destnîşan kir ku gelê Şengalê wê ti carî serdestiya kesên ew di nava lepên mirinê de hiştine yan jî desthilatdariya hêzeke din qebûl neke.

BANGA BEŞDARIYÊ JI BO MEŞÊ

Îgrek di dawiya axaftina xwe de bibîr xist ku bi pêşengiya Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê di 21'ê Mijdarê roja Şemiyê de wê li bajarê Elmanya Hannoverê meşek were lidarxistin û banga beşdariyê kir. Îgrek ragihand kua rmanca bingehîn a meşê bilêvkirina daxwaza qebûlkirina Şengalê weke herêmeke xweser e.