Li Farqînê gelek kes hatin binçavkirin
Li Farqînê, piştî dorpêçiya 12 rojan, polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser hin malan û zarok jî di nav de gelek kes kirin binçavan.
Li Farqînê, piştî dorpêçiya 12 rojan, polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser hin malan û zarok jî di nav de gelek kes kirin binçavan.
Li navçeya Amed Farqînê, polîs û tîmên taybet ên Tirk ku di nava 12 rojên dorpêçiyê de taxên Tekel, Konak û Mescîtê wêran kirin, danê vê sibehê avêtin gel gelek malên li taxan. Di serdegirtinên ku hînê dewam dikin de polîsan ji welatiyan re gotin 'Hûn Ermenî ne' û di lêgerînan de eşyayên li malan serûbin kirin.
Di serdegirtinan de gelek kesên ku hejmara wan nehat zelalkirin, hatin binçavkirin. Di nava binçaviyan de Veysel û mazlûm Dûran ên birayên hev û zarokê bi navê Y.K. (16) hene.