Li Basel, Dusseldorf û Munchenê çalakiyên 'edaletê'

Li Basel, Dusseldorf û Munchenê, ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya edaletê pêk hatin.

Li Basel, Dusseldorf û Munchenê, ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya edaletê pêk hatin.

BASEL

Li bajarê Swîsre Baselê, ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakiya edaletê hat lidarxistin. Jinan bi vê armancê kon vedan û bal kişandin ser komkujiyan.

Di çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn hat lidarxistin de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û daxwaza edaletê hat kirin. Çalakiya ku ji bo ronîkirina hêzên li pişt komkujiya li Parîsê hat organîzekirin, saet di 15:00 de li Basel Claraplatzê pêk hat. Jinan di çalakiyê de li ser komkujiya Parîsê belavok belav kirin.

Jinan bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn kirin ku beşdarî çalakiya edaletê bibin û ragihandin ku heta edalet bi cih were ew ê mehê carekê roja Çarşemê çalakiyên xwe bidomînin. Çalakî piştî belavkirina belavokan bi dawî bû.

DUSSELDORF

Çalakiya edaletê ya li Dusseldorfê jî vê hefteyê ji aliyê Komeleya Malbatên Şehîd û Windahiyan (KOMAW) pêk aht. Di çalakiya ku bi beşdariya 60 kesan hat lidarxistin de li ser navê KOMAW'ê Dayika Şengê axivî û diyar kir ku heta komkujiya li hemberî Cansiz, Dogan û Şaylemez hatiye kirin bê ronîkirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Dayika Şengê got, "Weke KOMAW em komujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê şemezar dikin. Em ê her tim li dijî komkujiyan bin." Piştî axaftinan çalakgeran destegulek danîn pêşiya Konsolosxaneya Fransayê û çalakiya xwe qedandin.

MUNCHEN

Nûnerên Komuna Jinên Kurd SARA, Ciwanên Azad û NAV-DEM Munchen li be Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Elmanya Munchenê civiyan û çalakiya "bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" lidar xistin.

Nûnerên saziyan bi rayedarên konsolosxaneya Fransayê re hevdîtin kirin, name û dosya radestî wan kirin. Nûneran ji ber mirovên di komkujiya li Parîsê de jiyana xwe ji dest dan, sersaxî xwestin. Hat destnîşankirin ku berpirsyarên qetilkirina Cansiz, Dogan û Şaylemez û berpirsyarên komkujiya li Parîsê yek in. Nûneran ragihand ku divê kujerên Cansiz, Dogan û Şaylemez werin darizandin û edalet bi cih bê anîn. Nûneran ji hikûmeta Fransayê xwestin, ku tevkariyê li aştiya cîhanê bike.

Di çalakiya ku wêneyên sê jinên şoreşger lê hatin hilgirtin de li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê, ji bo aştiya cîhanê û şermezarkirina terorê, find hatin pêxistin.

...