HSD'ê pîrejineke ji nava mayînên çeteyan rizgar kir

Hêzên HSD'ê pîrejineke ku çeteyan di nava mayînan de ji bo mirinê hiştibûn, rizgar kirin.

Hêzên HSD'ê pîrejineke ku çeteyan di nava mayînan de ji bo mirinê hiştibûn, rizgar kirin. Jina ji gundekî li başûrê Hesekê, ku bi qasî nikaribe gundê xwe biterikîne extiyar û seqet e, di mala xwe de asê hat hiştin. Çeteyan li derdora mala wê mayîn û xefikên teqemeniyan bi cih kirin. Pîrejin ji aliyê hêzen HSD'ê ve hat rizgarkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), piştî pêngava Holê di 17'ê Cotmehê de qedandin, operasyonên xwe yên paqijkirina herêmê ji çeteyan didomînin. Hêzên HSD'ê di van operasyonan de heta niha gelek gund û gundikên bi sedan mirov lê dijîn, rizgar kirin. Yek ji mirovên ku xefikên mirinê yên çeteyan li dora wê hat vedan, pîrejinek bû.

ÇETEYAN MAYÎN LI DERDORA MALA WÊ ÇANDIN

Jina extiyar, ji mala xwe ku çeteyan xefikên ji teqemeniyan li dora mala wê vedan, ji aliyê hêzên HSD'ê ve hat rizgarkirin. Hêzên HSD'ê di dema kontrol û paqijkirina gund de pê hesiyan ku çeteyan li dora mala pîrejina tî û birçî, mayîn bi cih kirine. Hêzên HSD'ê di destpêkê de mayîn bêbandor kirin, dûre jina extiyar ji malê derxistin, nan û av danê. Hêzên YPJ'ê jina extiyar bi wesayîtên xwe birin cihekî ewle.

Hêzên YPJ'ê ji bo demekê pîrejin kirin mêvanê xwe û dûre ji bo kontrola tenduristiyê ew rakirin nexweşxaneyê. Hêzên HSD'ê di çarçoveya pêngava 31'ê Cotmehê li başûrê Hesekê dan destpêkirin de, bajarokên Hol û Xatûniye jî di nav de 196 gund ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Di vê pêngavê de bi sedan çete hatin kuştin.