Êrîşên çeteyan hatin paşdexistin

YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li kantonên Kobanê û Cizîrê hatin paşdexistin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê 18’ê Mijdarê li herêma di navbera bajaroka Eyn Îsa û Çiyayê Kezwanê de bi komên biçûk êrîş pêk anîne. YPG’ê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ’ê saet 14.30 li hember gundê El-Hayşê yê li rojhilatê Eyn Îsa, saet di navbera 14.30 û 15.00’an de li hemberî nuqteya Hawiz a li nêzî Eyn Îsa bi çekên giran êrîş pêk anîne. YPG’ê diyar kir ku hêzên wan heman kêliyê bersiv dane û êrîş paşde hatine xistin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Saet 14.00’an çeteyên DAIŞ’ê li hemberî gundê Hûcûh ê li nêzî bajaroka Silûk êrîş pêk anîn. Piştî mudaxeleya hêzên me pevçûneke demkurt rû da. Di pevçûna ku hejmara mirî û birîndaran zelal nebû çete neçar man ji herêmê birevin.

Saet 15.00’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Ebû Şexata yê dikeve rojavayê çiyayê Kezwan. Piştî pevçûneke demkurt a li qadê koma çete ji herêmê reviya.”