KURDISTAN
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrişên li ser Komele şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
Şengal birîneke ku her roj ji nû ve vedibe. Ji 857 cenazeyên ku bi giranî ji gorên bi kom hatine derxistin, zêdetirî nîvê wan hîn jî di tarîtiya bênavbûnê de ne. Ev dosya qîrîna rastiyekê ye ku di bin heriyê de rûbirûyê lehî, şewat û jibîrkirinê bûye.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got, Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
Zarokê li Cizîrê birîndar bibû hat girtin
Zarokê bi navê Îsmaîl Şerîfoglû yê li Cizîrê dema qedexeya kolanan a dewleta Tirk de birîndar bibû, piştî tedawiya li Amedê îro tabûrcî bû, Bi gumanbariya maqûl hate binçavkirin, piştre hat girtin.
-
-
-
-
-
-
-
-
Dewlet êrîş dike, gel li ber xwe dide
Li Hezexê bi hezaran kes di pêşengiya KJA'yê de ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li Nisêbînê protesto bikin meşiya, rêya Cizîr û Midyadê ji trafîkê re girt. Ji ber êrîşa polîsan li navçeyê bûyer berdewam dikin.
-
Ji parlamenterê HDP'î re 6 sal ceza
Ji bo Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan ê dema rêveberiya Egîtîm Sen'ê dikir, sala 2011'an hatibû girtin û negirtî dihat darizandin, parlamenterê berê yê HDP'ê Selamî Ozyaşar û 2 rêveberên sendîkayê de sal û 3 meh ceza hate birîn.
-
Li Şaxê 2 gundî li “herêma ewlehiyê” winda bûn
Kadîr û Ferzende Karabûlût ji bo sewalên xwe yên 5 roj berê li gundikê Begendîk winda bibûn bibînin, ketin herêma wek ‘herêma ewlehiyê’ hatiye îlankirin, careke din agahî ji wan nehat girtin.
-
Zarokên mafên wan hatine dizîn
20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ku bi salane li ser kaxizê heye, careke din bi tabloyeke trajîk tê pêşwazîkirin. Bi sedan zarokên kenê wan, pêşeroja wan û jiyana wan hatiye dizîn, li benda rastî û edaletê ne.
-
-
-
MŞD: Dem dema Xweseriya Şengalê ye
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ragihand, ku bi rizgariya Şengalê re pêvajoya xweseriyê û avabûna Şengalê destpê kiriye û banga destekkirina vê pêvajoyê li her kesî kir.
-
-
-
-
Heyeta YNK’ê li Rojava ye
Heyeta YNK’ê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk,TEV-DEM û partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (PDŞKP) civiyan. Beşdarên civînê destnîşan kirin ku lidarxistina Kongreya Neteweyî pêwîstiyeke.
-
Li Nisêbînê ciwanekî 19 salî hat qetilkirin
Li navçeya Nisêbînê ku qedexeya derketina derve berdewam dike di êrîşên tîmên taybet de ciwanê bi navê Musur Aslan (19) hate qetilkirin, jina bi navê Rabîa Bagtur jî bi giranî hate birîndarkirin.