Li Şaxê 2 gundî li “herêma ewlehiyê” winda bûn

Kadîr û Ferzende Karabûlût ji bo sewalên xwe yên 5 roj berê li gundikê Begendîk winda bibûn bibînin, ketin herêma wek ‘herêma ewlehiyê’ hatiye îlankirin, careke din agahî ji wan nehat girtin.

Kadîr û Ferzende Karabûlût ji bo sewalên xwe yên 5 roj berê li gundikê Begendîk winda bibûn bibînin, ketin herêma wek ‘herêma ewlehiyê’ hatiye îlankirin, careke din agahî ji wan nehat girtin.

Kurapên hev Kadîr (41) bavê 8 zarokan û Ferzende (21) Karabûlût li gundikê Begendîk ê Taxa Sirmali ya navçeya Şaxê ya 180 kîlometre dûrî Wanê şivantî dikirin. Her du kesî ferq kirin ku kêmahî di keriyên wan de hene û hespên wan ne li cihê xwe ne, 5 roj berê ji bo li sewalên xwe bigerin çûn herêma çiyayî. Lê tevî 5 roj di navberê bihurî jî ti agahî ji her du şivanan nayê girtin.

Ji bo şivan bên dîtîn gundiyan û Şaredariya Şaxê dest bi xebatên lêgerînê kirin.

'ME DAXWAZA BIKARANÎNA PÊGERÊN HEWAYÎ YÊN KEŞFÊ KIRIN, LÊ PÊK NEANÎN’

Hevşaredarê Şaxê Belalettîn Bartû têkildarî mijarê de agahî parve kir, diyar kir ku herêma behsa wê tê kirin nêzî herêma Feraşînê ya ku operasyon lê didomin e û herêma ewlehiyê hatiye îlankirin. Bartû destnîşan kir ku gundî li vê herêmê winda bûne û got: “Berî şivan winda bibin bi rojekê li herêmê operasyonên leşkerî hatin lidarxistin. Di lêgerînan de bi îtfaiye û zabita em jî piştgiriyê didinê. Welatiyên me nêzî 5 rojan winda ne. Em jî bi ekîbên xwe piştgiriyê didinê. Em bi hêvî ne ku di demeke kurt de em ê windayan bibînin, bigihînin malbatên wan. Hê jenderme û AFAD derneketine derveyî gund. Welatî bi derfetên xwe lêgerînan pêk tînin. Me daxwaza bikaranîna pêgerên hewayî yên keşfê ji jendermeyan kir. Lê ev pêk nanîn.”

...