Heyeta YNK’ê li Rojava ye

Heyeta YNK’ê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk,TEV-DEM û partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (PDŞKP) civiyan. Beşdarên civînê destnîşan kirin ku lidarxistina Kongreya Neteweyî pêwîstiyeke.

Heyeta YNK’ê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk,TEV-DEM û partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (PDŞKP) civiyan. Beşdarên civînê destnîşan kirin ku lidarxistina Kongreya Neteweyî pêwîstiyeke.

Heyeteke YNK’ê bi seroketiya endamê Buroya Siyasî ya YNK’ê Sedî Ehmed Pîrê serdana buroya PDŞKS’ê ya li bajarê Qamişlo kir. Heyet ji aliyê Sekreterê PDŞKS’ê Hemîd Hecî Derwêş, endamên buroya siyasî ya partiyê, Serokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer, endamê Rêveber ê TEV-DEM’ê Ebduselam Ehemed, endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Îsmaîl Dêrik û endama Meclîsa PYD’ê Beşîra Derwîş ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê, hemû alî ji çapemeniyê re girtî saetekê li hev civiyan û mijarên der barê rewşa Rojava û Başûrê Kurdistanê nîqaş kirin.

Têkildarî mijarê Serokê Desteya Têkiliyên Derve yê Cizîrê Ebdulkerîm Umer destnîşan kir ku beşdarên civînê geşedanên dawî yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê, serketinên mezin ku hêzên YPG/YPJ’ê bi dest xistine û rizgarkirina bajaroka Holê ji komên çete yên DAIŞ’ê nîqaş kirine.

Umer, destnîşan kir ku di civînê de bal hate kişandin ser rewşa hesas a herêma Rojava û gelê Kurd û got ku gelê Kurd bi hevgirtina xwe karîbûn bersiva hemû êrîşên komên çete bidin û xeteriya komên çete yên DAIŞ’ê ji herêmên xwe dûr bixin. Umer, da zanîn ku di civînê de her wiha hate destnîşankirin ku piştî serketinan Rojava ketiye rojeva hemû cîhanê de.

Umer da xuyakirin ku hemû beşdarên civînê yekîtiya gelê Kurd bibîr xistine û destnîşan kirine ku di vê demê de lidarxistina kongreya netewî ji gelê Kurd re pêwîstiyeke.