Merasîma vekirina nexweşxaneya Kobanê li Wûppertalê hat nîşandan

Pêvajoya amadekirinê û merasîma vekirinê ya navenda tenduristiyê, ku ji aliyê ICOR'ê ve li Kobanê hat avakirin, li bajarê Elmanya Wûppertalê bi rêya sînevîzyonê ji Kurdistaniyan re hat nîşandan.

Pêvajoya amadekirinê û merasîma vekirinê ya navenda tenduristiyê, ku ji aliyê Koordînasyona Rêxistin û Partiyên Şoreşger a Navneteweyî (ICOR) ve li Kobanê hat avakirin, li bajarê Elmanya Wûppertalê bi rêya sînevîzyonê ji Kurdistaniyan re hat nîşandan.

Civîna ku ji aliyê MLPD ve hat organîzkirin, li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Wûppetalê saet di 19:00 de bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan pêk hat.

Di civînê de, ji ekîca ICOR'ê teknîsyenên çend meh berê ji Wûppertalê çûn Kobanê û piştî karê xwe qedandin vegeriyan Wûppertalê, amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Semra Temel axaftina vekirinê ya civînê kir. Piştre encamê MLPD'ê Helmût Bohmler mafê axaftinê wergirt û da zanîn ku endamên ICOR'ê yên xwestin ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bibin li deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê rayedarên PDK'ê ve hatine astengkirin. Bohmler got, "Ji bo korîdor bên vekirin pêwîste Kurd û dostên wan bêhtir dengê xwe derxînin. Li her deriyê sînor astengî derketin pêşiya me. Me xwest, li ser navê mirovahiyê li Kobanê tevlî pêvajoya ji nû ve avakirinê bibin, armanca me ev bû. Astengiya li pêşiya vê armancê li mirovahiyê nayê."

...

Piştî Bohmler jî, teknîsyenên ji Kobanê vegeriyan peyivîn û gotin, "Ji bo navenda tenduristiyê me xebateke berfireh meşandin û welatiyên Kobanê jî tevkariyeke gelekî mezin kirin. Her tim li cem me bûn û destekek mezin dan me. Welatiyên Kobanê gelekî bi lez biryarê didin û van biryarên xwe bêkêmasî bi lez bi cih tînin. Ya ku Kobanê watedar dike, ev taybetmendiya mirovên wê ye ku xwedî huner û cesaret e."