Li Kobanê nexweşxaneya bi keda enternasyonal hat avakirin hate vekirin
Di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirina Kobanê de yekemîn navenda tenduristiyê hate vekirin.
Di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirina Kobanê de yekemîn navenda tenduristiyê hate vekirin.
Di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirina Kobanê de yekemîn navenda tenduristiyê hate vekirin.
Navenda tenduristiyê ji aliyê Komîteya Jinûve Avakirina Kobanê ve bi alîkariya sazina navneteweyî ya bi navê ICOR di nava 6 mehan de hate çêkirin. Piştî xebat bi dawî bûn, navend îro bi merasîmekê hate vekirin.
Di merasîmê nûnerên Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Enwer Mislim, endamên Komîteya Jinûve Avakirinê û bi dehan welatî amade bûn. Nûnerên ICOR ku wê tevlî merasîmê bibûna, ji ber ku ji aliyê rêveberiya PDK’ê ve li Deriyê Sînor ê Sêmalka hatin astengkirin, nekarîn tevlî merasîmê bibin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamên ICOR ên ku li Kobanê kar dimeşînin stranek bi zimanê almanî got. Her wiha koma govendê ya Şehîd Perwîn jî lîstikên xwe pêşkêş kirin
Di merasîmê de li ser navê ICOR axaftin hate kirin û hate diyarkirin ku hikûmeta PDK’ê nehiştiye ku heyeta wan were Kobanê û tevlî merasîmê bibe û lêborîn hate xwestin. Di axaftinê de berxwedana Kobanê hate silavkirin.
Serokê Mêclîs Rêveber Enwer Mislim jî di merasîmê de axivî û spasiya hemû sazî û kesên ku keda wan di avakirina navendê de heye, kir. Muslim diyar kir ku divê saziyên din ên mirovî yên navneteweyî jî alîkariya Kobanê bikin. Muslim da zanîn ku ji gelek welatên cîhanê şoreşger di berxwedana Kobanê şehîd, lewre jî Kobanê wekî dara jiyanê ji nû ve tê avakirin. Muslim got ku çawa wan DAIŞ ji herêmê avêtiye, dê wisa Kobanê jî ji nû ve ava bikin.
Li ser navê Komîteya Jinûve Avakirina Kobanê Ebdurrehman Hemo jî spasiya saziyên ku ked dane kir û bang li hemû saziyên mirovî yên cîhanê kir ku alîkariya xebatên ji nû ve avakirinê bibin.
Di merasîmê de her wiha li ser navê Partiya Demokratîk a Kurdistan li Sûriyeyê, YPG jî axaftin hatin kirin.
Piştî axaftina navend ji aliyê Enwer Mislim û nûnerên ICOR ve hate vekirin. Merasîm bi strana bi nave “Kobanê bû kulîlka jiyanê” bi dawî bû.
Navenda tenduristiyê ji 25 odeyan pêk tê û wê rojane karibe xizmetê bide 50 kesan. Lê pergala xebatê û endamên tenduristiyê wê ji aliyê Desteya Tenduristiyê ve bêne diyarkirin.