Li Nisêbînê ciwanekî 19 salî hat qetilkirin
Li navçeya Nisêbînê ku qedexeya derketina derve berdewam dike di êrîşên tîmên taybet de ciwanê bi navê Musur Aslan (19) hate qetilkirin, jina bi navê Rabîa Bagtur jî bi giranî hate birîndarkirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Qedexeya derketina derve di roja 7'emîn de berdewam dike. Li taxa Abdulkadîrpaşayê welatiyê bi navê Musur Aslan ê xwest derbasî kolana Şîrîn bibe ji aliyê polîsan ve hate gulebarankirin. Aslan birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê lê ligel mudaxaleyan nehat rizgarkirin. Cenazeyê Aslan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Li aliyê din polîsên ku ji ber berxwedanê nikarin bikevin taxan bi bombeyan êrîşî taxa Yenîşehîrê kirin. Jina bi navê Rabîa Bagtur (35) ji ber parçeyên şarapnelê ya ji kolana Yavuz Selîm hate avêtin birîndar bû. Bagtur a ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê piştî mudaxaleya ewil sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hate kirin.