Ûca: Bila li ser jinên me yên li bazaran tên firotin siyaset neyê kirin

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca got, "Hînê bi hezaran keç û jinên Êzidî di destê DAIŞ'ê de li bazaran tên firotin. Lewma divê ti kes li ser birîna Şengalê siyasetê nekin."

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca got, "Hînê bi hezaran keç û jinên Êzidî di destê DAIŞ'ê de li bazaran tên firotin. Lewma divê ti kes li ser birîna Şengalê siyasetê nekin."

Ûca azadkirina Şengalê li tevahiya gelê Kurd, bi taybetî li gelê Êzîdxanê pîroz kir û got, "3'ê Tebaxa 2014 ji bo gelê Kurd, bi taybetî jî ji bo civaka Êzidî rojeke gelekî bi êş e. Di wê rojê de birîn li Şengalê der bû. Di 3'ê Tebaxê de li pêşberî çavê hemû gelên cîhanê, çapemeniya cîhanê û mirovahiyê, drameke mirovahiyê bi serê gelê Şengalê de hat. Beriya hefteyekê ji xwe diyar bûbû ku komkujiyek li pêşiya Şengalê ye. Êzidiyên li Şengalê dijiyan, beriya komkujiyê amadekariya cejnê dikirin. Lê belê, bi rêya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) me rêveberiya Başûrê Kurdistanê û tevahiya cîhan hişyar kirin ku DAIŞ nameyên gefê şandiye û me ji her kesî xwest, ku xwedî li Şengalê derkevin. Me her kes vexwend çiyayê Şengalê û xwest xwedî li Şengalê derkevin. Hingî bi hezaran pêşmerge li Şengalê bi cih bûbûn. Ji ber vê yekê rêveberiya Başûrê Kurdistanê destûr nedida ku PKK hêzeke gerîla bişîne. Mîna ku ev jî têra wan nekir, pêşmergeyan 2 roj beriya komkujiyê çekên şexsî yê mirovan ji wan stendin. Di sibeha 3'ê Tebaxê de çeteyên DAIŞ'ê ji bo dagirkirina Şengalê dest bi êrîşê kirin. Bêyî ku fîşekekê biteqînin çeteyên DAIŞ'ê Çiyayê Şengalê bi dest xistin û ketin nava herêma Êzîdxanê. Civaka Êzidî ji hev qut bû. Hingî li Çiyayê Şengalê 12 gerîlayên PKK'ê mabûn. Bi çekek doçka û çekên ferdî re ji bo gelê Şengalê korîdorek vekirin. Bi vî rengî 150 hezar mirovên Êzidî di wê rê de rizgar bûn. Niha 450 hezar Êzidî neçar man cih û warên xwe biterikînin."

Ûca bibîr xist ku di rewşa heyî de 5 heta 7 hezar jinên Êzidî hînê li bazaran tên firotin û anî ziman ku jinên Êzidî ne tenê li Mûsil an jî Sûriyeyê tênf irotin, di heman demê de li ser sînorê Tirkiyeyê jî jinên Êzidî ji bo werin firotin tên bikaranîn.

Ûca got, "Ez dixwazim vê rastiyê bi awayekî vekirî bêjim. Li aliyê din bi sedan jinên Êzidî ji bo nekevin destê DAIŞ'ê, ji bo rûmeta xwe biparêzin, bi qîrîna 'ol ola Tawizê Melek e' xwe ji zinaran avêtin. Çeteyên DAIŞ'ê li gund û bajarokan bi hezaran jin û zarokên Êzidî qetil kirin. Niha hînê nû gorên komî yên jinên Êzidî kifş dibin" û diyar kir ku wê ji sedan întixarên bi vî rengî re şahidî kiriye.

Ûca ragihand ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirin, gelek mirovên li gundan û çiyayê Şengalê yên dor li wan hatibûn pêçandin li wan geriyane, wan jî ev agahî bi koordînatan re ji şervanên YPG/YPJ'ê re şandine û gelek kes bi vî rengî hatine rizgarkirin.

Ûca got, "Kê ji bo Şengalê li ber xwe da, kê gelê Şengalê ji komkujiyê rizgar kir, kê bêyî ji bo gelê Şengalê fîşekekê biteqîne reviya; gelê Şengalê gelekî baş van hemûyan dinase" û diyar kir ku hin hêz îro rabûne hewl didin di ser Şengalê re propaganda xwe bikin.

Ûca da zanîn ku divê êdî ti kes di ser Şengalê re hesaban nekin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Hînê bi hezaran keç û jinên Êzidî di destê DAIŞ'ê de li bazaran tên firotin. Lewma divê ti kes li ser birîna Şengalê siyasetê nekin. Em gelekî baş dizanin bê kê Şengal parast û azad kir. Yên ku di pêngava azadkirina Şengalê de cih digirin em wan jî nas dikin û sekna wan silav dikin. Ji ber ku ji bo me gaveke dîrokî ye. Lê belê divê ti kes vê serketinê neke bi tenê malê xwe.

Karê herî girîng ê divê ji bo Şengalê were kirin, ji nû ve avakirin e. Ji niha û pê ve barekî mezin dikeve ser milê civaka Êzidî. Ji bo parastina hebûna xwe girîng e li xaka xwe ya pîroz vegerin. Bangek me ji bo civaka me ya Êzidî ku bi israr dixwaze biçe Ewropayê heye; em ji wan re dibêjin li şûna Ewropayê berê xwe bidin Çiyayê Şengalê. Tevlî karê ji nû ve avakirina Şengalê bibin. Cihê xwe di nava pêngava azadkirina gundan de bigirin. Pêwîste mirov hinekî civaka Êzidî jî fêm bikin, ji ber ku gelekî tirsiya ye. Ji ber ku 74 ferman bi serê wan de rabûn. Kirîvên wan, cîranên wan di komkujiya Şengalê de jinên Êzidî weke xenîmetê birin, lewma divê mirov wan jî fêm bikin."

Ûca destnîşan kir ku tevî vê yekê jî ne rast e ku Ewropa weke rêya rizgariyê were dîtin û got, "Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê li Elmanyayê jî, li Parîsê jî, li gelek deverên Ewropayê li hemberî mirovan bombeyan diteqîne. Eger em ji pirsgirêkekê birevin, bi wê pirsgirêkê re li rû hev neyên, hingî nepêkane ku em wê çareser bikin. Lewma dibêjim; em li Şengalê vegerin û cihê xwe di nava xebatên ji nû ve avakirinê de bigirin. Şengal xweseriya xwe dixwaze. Yên ku zêdeyî saleke li çiyê dibînin, yên ku Şengal neterikandin û li binê konan man, wan pîroz dikim. Ji bo dilsoziya bi sedan lehengên me yên ji bo Şengalê xwîna xwe rijandine, divê em dest ji Şengalê bernedin."