Rêveberiya Kantona Cizîrê Hol û Gola Xatuniyê ziyaret kir
Heyetek ji Rêveberiya Kantona Cizîrê Hol û Gola Xatuniyê yên ji aliyê şervanên HSD’ê ve hatin azadkirin ziyaret kir û hevdîtin pêk anî.
Heyetek ji Rêveberiya Kantona Cizîrê Hol û Gola Xatuniyê yên ji aliyê şervanên HSD’ê ve hatin azadkirin ziyaret kir û hevdîtin pêk anî.
Heyet li navenda Holê ji aliyê yek ji fermandarên YPG’ê Serxwebûn Welat ve hat pêşwazîkirin. Heyet piştî lêkolînên li navenda bajêr hat ber avahiya ku berê çeteyên DAIŞ’ê wek ‘dadgeh’ bi kar dianî. Li vir li ser navê Serokê Konseya Parastinê Ebdulkerîm Saroxan daxuyanî da.
Saroxan rizgarkirina bajarokê Holê li tevahiya gelên Sûriyeyê pîroz kir û diyar kir ku wê Rêveberiya Xweser bi hemû derfetan piştgiriya şêniyên herêmê bike û alîkariyê pêşkêşî wan bike.
Saroxan bibîr xist ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji gelek hêzên demokrasîxwaz mîna YPG/YPJ’ê, hêzên El-Senadîd û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî pêk û hwd pêk tê, her wiha bal kişand ku di demên dawî de gelek hêz û tugayên din jî beşdarî HSD’ê bûne. Saroxan destnîşan kir ku ev hêza di nava xwe de hemû pêkhateyên Sûriyeyê hembêz dike, dikare rizgariya tevahiya herêmên Sûriyeyê misoger bike.
Saroxan serketina Hol û Şengalê wekî hev dît û diyar kir ku pêkhateyên Sûriyeyê Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Çerkez û hwd xwediyê vê axê ne, wê welatê xwe bi rê ve bibin û ji terorîstan rizgar bikin.
Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan civînên li derveyî Sûriyeyê tên lidarxistin wiha nirxand: “Ev nabin cihê çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê. Gelê Sûriye xwedî welatê xwe ye û ew dikare çarenûsa xwe diyar bike.”
Li ser navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî Serxwebûn Welat axivî û ev tişt anîn ziman: “Ev pêngava me ya yekemîn bû, ne ya dawî ye. Em operasyona xwe dewam bikin heta ku tevahiya xaka Sûriyeyê ji çeteyan paqij bikin. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî êrîşkaran welatê xwe biparêzin.” Serxwebûn Welat spasiya Rêveberiya Xweser jî kir û ji bo xebatên wê serketin xwest.
Serokê Desteya Zimhêrê Fener El-Kiêt ku bi xwe ji pêkhateya Ereb e, got ku xwîna şehîdan yekîtiya gelên Sûriyeyê ava kiriye û ti kes êdî nikaribe li hemberî vê yekîtiye bisekine.
Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo jî axivî û hemû şehîdên vê operasyonê bibîr anî. Gulo destnîşan kir ku serketinên ku di roja îro de hatine bidestxistin, bi saya xwîna şehîdan e.
Heyetê piştî sedana Holê bi şervanên tevlî pêngavê bûne hevdîtin pêk anî. Heyet paşê derbasî Gola Xatuniyê û derdora wê bû û lêkolîn kir.