Li Geverê 2 kes hatin qetilkirin, 3 kes birîndar bûn-HAT NÛKIRIN

Li Geverê, piştî qedexeya derketina derve, êrîşên hêzên dewletê duh êvarê destpê kirin. Di êrîşan de yek jê zarok 2 kes hatin qetilkirin, 3 kes birîndar bûn.

Li Geverê, piştî qedexeya derketina derve, êrîşên hêzên dewletê duh êvarê destpê kirin. Di êrîşan de yek jê zarok 2 kes hatin qetilkirin, 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji navçeyê hatin wergirtin, Mehmet Reşît Arici (18) û Naîm Noyan (29) jiyana xwe ji dest dane. 3 kes jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk, her du cenaze li taxan hatin sekinandin û danê sibehê welatiyan derfet dîtin ku cenazeyan rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Li nexweşxaneyê, tedawiya birîndaran destpê kir. Cenazeyên her du kesan rakirin morga nexweşxaneyê.