Li Kampa Newroz pîrozbahiya roja zarokan a cîhanê

Zarokên Şengalî, li Kampa Newroz a li Rojava Roja Zarokan a Cîhanê pîroz kirin.

Zarokên Şengalî, li Kampa Newroz a li Rojava Roja Zarokan a Cîhanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ku bi sedan zarok amade bûn, dîmenên rengareng derketin holê. Di pîrozbahiyê de Koma Kulîlkên Şengalê, Koma Kulîlkên Nû Pişkivîn, Koma Nesrîn, Koma Laleş û Koma Cûdî ya ji bajarê Dêrikê bi stranên xwe zarok coşandin.

AX ŞENGALÊ

Di pîrozbahiyê de komên di bin banê navenda çandê ya Kampa Newroz de hatine avakirin jî ku derketin dikê stranên xwe gotin.

Strana Koma Laleş a “Ax Şengalê” bû sedema kêliyên hestyar. 

...