KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Atalan: Li Şengalê wê 'Herêma Xweser a Êzîdxanê' bê ragihandin
Parlamenterê HDP'ê yê Êzidî Alî Atalan diyar kir ku azadkirina Şengalê gelekî girîng e û got, "Girîng e Şengal li gorî taybetmendiya xwe bibe xwedî statuyeke azad û xweser." -
Li Qerqeliyê qeza: 3 mirî, 11 birîndar
Li nêzî herêma Kanîkavran a Taxa Memetalan a girêdayî navçeya Qerqelî ya Wanê di vegera dawetê de mînîbusa tekerê wê teqiya qulipî. -
Leyla Îmret hat berdan
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a ku ji peywirê hatibû dûrxistin, li Amedê hat binçavkirin ji hêla dadgehê ve serbest hat berdan. -
Nisêbîn bi berxwedanê ronî dibe
Li Nisêbînê li hember êrîş û dorpêça dewleta Tirk tevî hewaya sar jî gel barîkatan terk nake û li ber xwe dide. Li navçeyê ku elektrîk hatiye qutkirin, hat ragihandin ku elektrîk dane Midûriyeta Polîsan a Navçeyê, Qeymeqamtî û lojmanên polîsan. -
Îmret bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a li Amedê hatibû binçavkirin, li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. -
Bloka Aştiyê Farqîn û Cizîrê ziyaret kir
Heyeta Bloka Aştiyê Farqîn û Cizîr ziyaret kir. -
2 roj in agahî ji Kadîr û Ferzende Karabûlût nîne
Du roj in ti agahî ji Kadîr û Ferzende Karabûlût ên li gundê Alan ê girêdayî navçeya Şax a Wanê dimînin nîne. -
Li Parîsê daxwaza ronahî û edaletê
Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez daxwaza edalet û ronahiyê didome. -
Îmrak sewqî dozgeriyê hat kirin
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret piştî kar û barê li midûriyeta polîsan, sewqî dozgeriyê hat kirin. -
Îmret li Amedê hat binçavkirin
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret li Amedê hat binçavkirin. -
Ji Mala Êzidiyan banga neyên lîstikên PDK’ê
Berpirsyarê Mala Êzidiyan Pîr Qero diyar kir ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de Êzidî bi tenê hatin hiştin û ti wateya PDK’ê ji bo Êzidiyan nîne. -
Li hember qereqola Girê çalakî
HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê 17’ê Mijdarê di çalakiya li hember qereqola Girê ya li ser xeta sînorê herêma Zapê kuleyeke qereqolê hedef girtine. -
Li Nisêbînê înternet û elektrîk hat qutkirin
Li Nisêbînê di roja 6'emîn a qedexeya derketina kolanan de piştî sewqiyata leşkerî êrîş jî zêde bûn. Li navçeyê xetên elektrîk û înternetê hatin qutkirin. -
Atalan: Li hemberî qedexeya li Nisêbînê em dest bi greva birçîbûnê dikin
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Atalan banga, "Li derdora Nisêbînê bibin yek” kir. Atalan anî ziman ku li deverên xwerêveberî pêk tên rewşa gel baş e û wê îro dest bi greva birçîbûnê bikin. -
Li Nisêbînê kesekî din hat qetilkirin-HAT NÛKIRIN
Êrîşên hêzên dewletê li Nisêbînê yên li hemberî gel dewam dikin. -
'Ev şoreş ne ya malbat û eşîrekê ye; ya hemû gelan e'
Cenazeyê şervanê YPG'ê Bişo bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Di axaftinên li merasîmê de hat destnîşankirin, ku wê welatekî hemû gel lê bi hev re bijîn, bê avakirin. -
YPG: Artêşa Tirk êrîşî çeperên me dike
YPG’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî çeperên YPG’ê hê jî didomin. -
Operasyonên qirkirina siyasî didomin
AKP, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne. Li Wan, Sêrt û Bedlîsê gelek kes hatin binçavkirin û girtin. -
Li Dêrsimê ji bo jinên girtî kart hatin şandin
Platforma Jinan a Dêrsim, ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li hember şîdeta li dijî Jinan bernameya aktîvîteyan aşkera kir. -
Amed Malazgîrt: Em ê bi heybetî bersivê bidin êrîşên dewleta Tirk
Amed Malazgîrt bal kişand ser amadekariyên artêşa Tirk ên operasyonên leşkerî û got, "Li dijî van operasyonan, di nava şert û mercên zivistanê de jî em ê bi heybetî bersivê bidin. -
Operasyona li gundên Şengalê dewam dike
Operasyona azadkirina gundên Şengalê ya ji aliyê şervanên azadiyê ve hatiye destpêkirin, bê navber û bi lez dewam dike. -
KCD'ê biryarên 4. Civata Giştî ya Navberê aşkera kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), biryarên 4. kombûna navberê ya civata giştî aşkera kir. -
Bîlançoya 5 rojan a li Nisêbînê: 2 mirî, 12 birîndar
Li Nisêbînê, dewleta Tirk di nava 5 rojan 2 kes qetil kir, 12 kes jî birîndar kir. Yek ji sivîlên hatin qetilkirin, ji ber ku rê li ber polîsan girt hat kuştin. -
Gabrîel: Em ê herêmê ji çeteyan paqij bikin, jiyana azad pêşkêş bikin
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û endamê Meclîsa Leşkerî ya HSD'ê Kîno Gabrîel pêngava li bejahiya Hesekê ji ANF'ê re nirxand. Gabrîel got, "Gelê me bi vê pêngavê re careke din ku parçeyeke ji Sûriyeya demokratîk e." -
Heyeta Tevgera Azadî: Li Xûrmatû lîstikeke gemarî tê lîstin
Heyeta Tevgera Azadî ku ji bo lêkolînkirina pirsgirêkên li Xûrmatû çû navçeyê, banga hişyarî û berpirsyariyê li gel kir. Heyetê da xuyakirin, ku ji ber hesabên desthilatdariyê yên hêzên li herêmê, pirsgirêk rû didin.