Atalan: Li Şengalê wê 'Herêma Xweser a Êzîdxanê' bê ragihandin

Parlamenterê HDP'ê yê Êzidî Alî Atalan diyar kir ku azadkirina Şengalê gelekî girîng e û got, "Girîng e Şengal li gorî taybetmendiya xwe bibe xwedî statuyeke azad û xweser."

Parlamenterê HDP'ê yê Êzidî Alî Atalan diyar kir ku azadkirina Şengalê gelekî girîng e û got, "Girîng e Şengal li gorî taybetmendiya xwe bibe xwedî statuyeke azad û xweser."

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan ku di heman demê de bi salan li dîasporayê nûnertiya Êzidiyan kir, ji ANF'ê re axivî. 

Atalan da xuyakirin ku azadkirina Şengalê ji bo gelê Kurdistanê, bi taybetî jî civata Êzidî xwedî girîngiyeke mezin e û pêngava azadkirinê silav kir. Atalan ragihand ku êdî Êzidî wê bikevin nava lêgerîna vegera li xaka xwe û destnîşan kir, ku armanc û daxwaza wan jî ev e.

GIRÎNG E ŞENGAL BI REWŞA XWE YA XWESER BIBE XWEDÎ STATUYEKÊ

Atalan ji bo pêşeroja Şengalê ev xal destnîşan kir: "Pêwîste Şengal li gorî taybetmendiya xwe bibe xwedî statuyeke azad û xweser. Ji ber ku qirkirina 3'ê Tebaxa 2014'an di dîroka Êzidiyan de bû werçerxeyek. Derket holê ku Êzidî li Kurdistanê nikare bi awayekî bêrêxistinî, bêparastin û bê statu bijîn. Heta 3'ê Tebaxa 2014'an de Şengal herêmek ser bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve bû. Civaka Êzidî pişta xwe sipartibû rêveberiya Başûrê Kurdistanê. Digotin, 'ew ê me biparêzin'. Bi komkujiya li Şengalê re ev bawerî bi temamî hilweşiya. Vê qirkirinê derxist holê ku divê Êzidî xwe bi xwe biparêzin, xwe bi xwe bi rê ve bibin û aboriya xwe ava bikin. Li ser vê bingehê dikarin bibin xwedî statuyekê. Bi vê bîr û baweriyê li Şengalê YBŞ ava bû. Êzidî dixwaze statuya xwe bi xwe diyar bikin û bi Kurdistanê ve girêdayî bin.

Êdî naxwazin weke parçeyekî Iraqê bimînin. Di heman demê de li gorî taybetmendiyên xwe di nava rewşeke xweser û azad de dixwazin bi Başûrê Kurdistanê ve girêdayî bin. Hêza parastinê, hêza aboriyê û hêza rêveberiyê wê di destê Şengaliyan bi xwe de be. Di lîteratura siyasî de navê vê xweserî ye."

YA KU 12 HEZAR PÊŞMERGEYAN NIKARÎBÛN BIKIRA, 7 GERÎLAYAN KIR

Parlamenterê HDP'ê Atalan bal kişand helwesta PDK û derdora wê ya li dijî PKK'ê û got, "Piştî ku Şengal hat azadkirin, PDK bi helwesteke pragmatîst rabû feraseta 'Divê PKK ji wir derkeve' avêt holê. Ev feraset seqet e. Ev feraseta bi ti awayî feydê nade civaka Êzidî. Ya ku 12 hezar pêşmergeyan li Şengalê nikarîbûn bikin, 7 gerîlayan kirin. Van 7 gerîlayan jiyana bi hezaran Êzidiyan rizgar kirin. Dûre pêşî li avabûna YBŞ'ê vekirin. Heta roja îro bi dehan berdêl dan û îro jî di pêngava Şengalê de bi rola pêşengiyê rabûn. Bi ked û hewldaneke gelekî mezin, di nava avakirina sîstema li wê derê de cih girtin. Ji xwe dema rojek hat û sîstema gelê Şengalê hat rûniştandin, hingî wê pêwîstî bi kesî nemîne li wir bimîne.

PDK jî di nav de wê pêwîstî bi mayîna kesî nemîne. Ji ber ku PDK dibêj 'Şengal mala min e. Yên tên mala min mêvan in, divê biçin'. Lê belê tiştek heye ku PDK ji bîr dike; 3'ê Tebaxa 2014'an ji aliyê mirovekî bi tenê yê civaka Êzidî ve nayê jibîrkirin. Lewma em rast nabînin ku PDK bi vî rengî tevbigere. Şengal ne qada şerê navbera pariyatn e. Girîng e Şengal bibe wesîleya yekîtiya neteweyî."

DIVÊ ŞENGAL Û HERÊM BIBE HERÊMA XWESER A ÊZÎDXANÊ

Atalan bal kişand ser daxuyaniya KCK'ê ya li ser azadkirina Şengalê û destnîşan kir, ku ev daxuyaniya KCK'ê di asteke dîrokî de girîng e. Atalan got, "Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Birêz Cemîl Bayik di hevpeyvîneke xwe de tespîteke gelekî rast û di cih de kir. Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku nirxandineke gelekî rast e. Şengal û herêm divê bibe Herêma Xweser a Êzîdxanê."

HEBÛNA GERÎLA WÊ PÊŞÎ LI VEGERA ŞENGALIYAN VEKE

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan destnîşan kir, ku gerîlayên têkoşîna azadiyê ya Kurdisatnê, ku li Şengalê pêşî li komkujiyeke gelekî mezin girtin, pêwîste li Şengalê bimînin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Hebûna HPG'ê ya li wê derê ji aliyê psîkolojîk û manewî ve jî xwedî wateyeke gelekî mezin e. Civaka Êzidî bi ti awayî fedekariya gerîla ji bo wan kir, ji bîr nake. Hebûna gerîla ya li Şengalê di heman demê de wê vegera Şengaliyan bi leztir bike. Pêwîste pêvajoya avakirina gund û bajarokan destpê bike. Ji bo avakirin û birêxistinbûyîna saziyên li wê derê, berpirsyariyên mezin li ser milê gerîlayan e."