Îmrak sewqî dozgeriyê hat kirin

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret piştî kar û barê li midûriyeta polîsan, sewqî dozgeriyê hat kirin.

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret piştî kar û barê li midûriyeta polîsan, sewqî dozgeriyê hat kirin.

Hevşaredara Cizîrê ya Şirnexê Leyla Îmret a dema pêkanînên rêveberiya awarte yên li Cizîrê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji kar hatibû dûrxistin li Amedê hate binçavkirin. Li gorî agahiya ji parêzera wê Gulşen Ozbek hat wergirtin bi hinceta "Gel li hemberî Hikûmeta Komara Tirkiyeyê teşwîqî çekdariyê kiriye, propagandaya rêxistinê kiriyê û gel tehrîkî dijminatiyê kiriye" hatiye binçavkirin.

Piştî kar û barê li Midûriyeta Polîsan a Amedê qediya Îmret sewqî Adliyeya Amedê hat kirn. Tê payîn ku Îmret li dozgeriya nobetdar îfadeyê bide.