'Ev şoreş ne ya malbat û eşîrekê ye; ya hemû gelan e'
Cenazeyê şervanê YPG'ê Bişo bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Di axaftinên li merasîmê de hat destnîşankirin, ku wê welatekî hemû gel lê bi hev re bijîn, bê avakirin.
ANF
HESEKÊ
çarşem, 18 sermawezê 2015, 12:52
Cenazeyê şervanê YPG'ê Bişo bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Di axaftinên li merasîmê de hat destnîşankirin, ku wê welatekî hemû gel lê bi hev re bijîn, bê avakirin.
Şervanê YPG'ê Mûhammed Abdulmecît Bişo (Reşo Bişo) ku ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Ş. Dijwar a li gundê Dawidiyê yê Hesekê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Di merasîmê de, tevî bi sedan şêniyên herêmê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, li ser navê TEV-DEM'ê Ronahî Hesekê, li ser navê YPG'ê Malîk Cûdî û li ser navê Malbatên Şehîdan Ehmed Essed amade bûn.
Hesekê di axaftina xwe ya li ser navê TEV-DEM'ê de got, "Me soz dane şehîdan; em ê vî welatî biparêzin. Her wiha em ê welatekî demokratîk, adîl û azad ava bikin ku hemû gel lê bi hev re bijîn. Yên ku li dijî perwerdeya bi Kurdî derdikevin divê zanibin, ev şehîd di heman demê de ji bo zimanê dayikê şehîd ketine. Em tevgereke ku hemû zimanan qebûl dikin. Esasê me avakirina welatekî ku hemû gel lê bi hev re bijîn e."
'HEVALÊ REŞO YEK JI HEVALÊN DESTPÊKÊ BÛ'
Li ser navê YPG'ê Cûdî peyivî û got, "Hevalê Reşo li Serêkaniyê, Mebrûka, Xarîta û gelek eniyên din şer kir. Yek ji hevalên destpêkê bû. Em bi saya van şehîdan îro Rojava diparêzin. Bi saya van şehîdan Girê Spî, Til Temir, Çiyayê Kizwanan û niha Hol û Şengal hatin azadkirin. Em ê li çeteyên DAIŞ'ê bidin û Şeddad û Reqqayê azad bikin. Her wiha me soz dane Rêber Apo û şehîdan; em ê Rojava û Rojhilata Navîn azad bikin. Ji ber ku ev berxwedan, ev şoreş ne ya malbatek û eşîrekê ye. Ya hemû gelan e. Herî dawî bila hin kes ranebin û vê nebêjin; 'Em çûn Ewropayê, me dolar anîn, em Rojava diparêzin'. Ev xefletek e. Rojava li eniya şer ji aliyê YPG û YPJ'ê ve tê parastin."