YPG: Artêşa Tirk êrîşî çeperên me dike

YPG’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî çeperên YPG’ê hê jî didomin.

YPG’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî çeperên YPG’ê hê jî didomin.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li hember herêmên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YPG’ê de hat gotin ku êrîşên Arteşa Tirk ji 24’ê Cotmeha destpê kir, li ser xeta sînor a Kobanê hê jî berdewam dikin.

YPG’ê diyar kir ku 17’ê Mijdarê arteşa Tirk saet di navbera 17.30-18.00’an de li dijî nuqteya Zeytûn a dikeve rojavayê bajarê Girê Spî, saet di navbera 22.00-23.00’an de jî li dijî gundê Eyn Betê yê dikeve rojavayê Girê Spî bi çekên giran ên A-4 êrîş kir.