Bloka Aştiyê Farqîn û Cizîrê ziyaret kir

Heyeta Bloka Aştiyê Farqîn û Cizîr ziyaret kir.

Bloka Aştiyê piştî navçeya Farqînê navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî ziyaret kir. Heyeta Bloka Aştiyê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê bi rêveberên HDP’ê re hatin cem hev. Piştre jî bi rêveberên HDP’yî re taxên Yafes û Sûr ziyaret kirin. Heyet li taxan geriya, gel guhdar kir û hin lêkolîn pêk anî.

Piştî lêkolînên li taxan, heyet derbasî Şaredariya Cizîrê bû. Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr diyar kir ku ji bo aştî û azadiyê berpirsiyartiyek zêdetir dikeve ser milên rêxistinên civaka sivîl, wiha got: “We rewşa Cizîrê dît. Ev ne tenê halê Cizîrê ye, li gelek deverên Kurdistana ev dîmen hene. Ji bo aştî û wekheviyê berpirsiyartiyek zêdetir dikeve ser milên rêxistinên civaka sivîl.”

Serokê Federasyona Komaleyên Rojhilat û Başûrrojhilat Abdûlhakîm Daş jî diyar kir ku piştgiriya berxwedana gelê Cizîrê dikin û wiha got: “Bi salan e li polîtîkayên tinekirin û pelçiqandina Kurdan vedigerin. Wek rêxistinên civaka sivîl tişta ku me ji polîtîkayên heyî fêm kiriye ev e.”