Li Parîsê daxwaza ronahî û edaletê

Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez daxwaza edalet û ronahiyê didome.

Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez daxwaza edalet û ronahiyê didome.

Çalakiya edaletê ya her hefte li Parîsê tê lidarxistin, vê hefteyê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Parîsê pêk hatin ku rewşa awarte hatiye îlankirin û hemû xwepêşandanên komî hatine qedexekirin bi girseyî nehat lidarxistin.

Komeke jin di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd de hatin ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan a sê jinên şoreşger ên Kurd li vir hatibûn qetilkirin, deqeyek rêzgirtin pêk anîn, kulîlk danîn û wek her hefte daxwaza edalet û heqîqetê dubare kirin. 

...