KCD'ê biryarên 4. Civata Giştî ya Navberê aşkera kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), biryarên 4. kombûna navberê ya civata giştî aşkera kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), biryarên 4. kombûna navberê ya civata giştî aşkera kir.

Di kongreyê de biryar hat dayîn ku kampanya "Daristanîkirina Kurdistanê" ya li qada ekolojiyê par hat destpêkirin, bi pêşengiya KCD'ê îsal li hemû herêman bi çandina daran bê meşandin.

Di civînê de biryar hat dayîn ku bi pêşengiya Komîsyona Ekolojiyê ya KCD'ê, ji bo bikaranîna mafê avê li hemû bajaran, ji bo tîcarînekirina avê û ewlekirina mafê avê, kampanya îmzeyan bê destpêkirin.

Yek ji biryarên hatin wergirtin; bizirên bi genetîka wan nehatiye lîstin bi pêşengiya Komîsyona Ekolojiyê ya KCD'ê were parastin û embara van biziran bê avakirin.

BIRYARÊN JI BO QADA CIVAKÎ

Der barê Komîsyona Civakî ya KCD'ê de ev biryar hatin wergirtin:

"Xebatên ji bo avakirina Akademiya Bajarê Bêastengî bi pêşengiya Meclîsa Astengdaran a KCD'ê bê destpêkirin; ji bo zîndana bi hejmara 5'an a Amedê bibe 'mûzeya bîr û mafên mirovan' KCD raya giştî û çapemeniyê bixe nava tevgerê; di têkoşîna li dijî bikaranîna madeyên narkotîkê de Komîsyona Civakî ya KCD'ê li hemû meclîsên tax û bajaran komîsyonên têkoşînê ava bike."

BERSIVA LI ZERARÊN MADÎ Û MANEWÎ

Di daxuyaniya li ser biryarên hatin wergirtin de hat ragihandin ku zerarên madî û manewî yên ji ber êrîşan li bajarên Kurdistanê rû dane bên tespîtkirin û ji bo bersiv ji wan re bê dayîn komên pêwîst ên xebatê bên avakirin.

Hat ragihandin ku di serî de li bajarên xebat lê nehatine meşandin, li hemû bajar û navçeyan bi mijara 'xweseriyeke demokratîk a çawa' û 'modela me ya xwerêveberiyê' civîn, panel û xebatên perwerdeyê bên meşandin.