Îmret bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a li Amedê hatibû binçavkirin, li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a li Amedê hatibû binçavkirin, li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret li Amedê hatibû binçavkirin, piştî li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê îfadeya wê hate girtin sewqî dozgeriyê hatibû kirin.

Li dozgeriyê bi îdîaya, “Gel li hember hikûmeta Komara Tirkiyeyê tehrîkî raperîna çekdarî dike û propagandaya rêxistinê dike, gel sewqî hêrs û dijminantiyê dike” îfadeya Îmret hat girtin, dîsa bi heman hincetê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.