Leyla Îmret hat berdan

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a ku ji peywirê hatibû dûrxistin, li Amedê hat binçavkirin ji hêla dadgehê ve serbest hat berdan.

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a ku ji peywirê hatibû dûrxistin, li Amedê hat binçavkirin ji hêla dadgehê ve serbest hat berdan.

Hevşaredara Cizîrê ya Şirnexê Leyla Îmret a ku dema pêkanînên rêveberiya awarte yên li Cizîrê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatibû dûrxistin piştî kar û barê li Midûriyeta Polîsan a Amedê bi dawî bû derxistin dozgeriyê. Dozgerî bi hinceta "Gel li hemberî Hikûmeta Komara Tirkiyeyê teşwîqî raperîna çekdarî kiriye, propagandaya rêxistinê kiriyê û gel tehrîkî dijminatiyê kiriye" daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Îmret ji hêla dadgehê ve serbest hat berdan.