BI DÎMEN

Heyeta Tevgera Azadî: Li Xûrmatû lîstikeke gemarî tê lîstin

Heyeta Tevgera Azadî ku ji bo lêkolînkirina pirsgirêkên li Xûrmatû çû navçeyê, banga hişyarî û berpirsyariyê li gel kir. Heyetê da xuyakirin, ku ji ber hesabên desthilatdariyê yên hêzên li herêmê, pirsgirêk rû didin.

Heyeta Tevgera Azadî ku ji bo lêkolînkirina pirsgirêkên li Xûrmatû çû navçeyê, banga hişyarî û berpirsyariyê li gel kir. Heyetê da xuyakirin, ku ji ber hesabên desthilatdariyê yên hêzên li herêmê, pirsgirêk rû didin.

Şerê li Xûrmatû yê di navbera Heşd El Şebî û pêşmergeyan de, li nava gel jî belav bû û di vî şerî de zêdeyî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li navçeyê gelek mal û kargeh hilweşiyan. Ji roja rûdana şer û vir ve beşeke mezin a esnafan dikanên xwe venakin.

Ji bo bûyeran li cih lêkolîn bike Tevgera Azadî duh heyetek şand navçeyê. Alîkarê Hevserokên Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî û endamê meclîsa encumenên bajarê Kerkûkê Newzat Bekîr bi serokatiya endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî çûn navçeyê. Heyetê li taxên bûyer lê qewimîn lêkolîn kir û li ser sedemên rûdana şer, li nêrîn û daxwazên gel guhdarî kir.

Gelê Xûrmatû ji heyetê re got, "Heta niha weke Kurd, Tirkmen û Ereban re em bi hev re jiyan. Ti pirsgirêk derneketin. Piştî ku Heşd El Şebî hat navçeyê, pirsgirêk der bûn. Hêzên cuda hene ku van bûyeran sor dikin. Hewl didin Kurdan ji vir derxînin." Şêniyên navçeyê, ji bo bidawîbûna şer û rewşa aloz, ji heyetê xwest xebatên xwe bidomîne.

Heyeta Tevgera Azadî ragihand ku ew ê xebatên xwe bidomîne û destnîşan kir ku ji bo pêşî li şerekî di navbera gelan de bê girtin, divê nêzîkatiyeke bi berpirsyarî were nîşandan. Heyetê her wiha bang li hemû hêzên siyasî yên li herêmê kir ku li pêşberî van bûyeran hîn bêhtir bi hişyarî û berpirsyarî tevbigerin û ji bo çareseriyê, bi berpirsyariya xwe rabin.

Piştî lêkolînên destpêkê serokê heyetê Wahap Ehmed ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku ji bo sedemên pirsgirêkên li Xûrmatû lêkolîn bikin û li daxwazên gel guhdarî bikin ew hatine. Ehmed da zanîn ku ew ê di rojên pêş de ji bo çareseriya pirsgirêkan bi aliyên siyasî re hevdîtinan bikin.

Ehmed piştî lêkolînên li navçeya Xûrmatû çavdêriyên xwe bi vî rengî vegot: "Mixabin li navçeyê rewşa ku me beriya her tiştî dît, mal û kargehên hatine şewitandin e. Piştî şer, di nava gel de rewşeke cidî ya diltirsiyê heye. Gelên ku bi salane bi hev re dijîn, êdî ji hev bawer nakin. Xûrmatû bûye du parçe. Zehmet e ku mirov li sûk û bazarê mirovan bibînin. Dikan girtî ne."

Ehmed diyar kir ku li herêmê lîstikên gelekî xetere tên lîstin û got, "Mirovên ku bi salan cîranên he bûn, niha êrîşî hev dikin. Mal û kargehên hev dişewitînin. Bi hezaran dolarî zerar gihaştiye gel. Bêguman li pişt vê destek heye. Planeke gemarî di dewrê de ye. Gelê li wê derê xwedî jiyaneke bi hev re ya bi salan e û ev yek hedef tê girtin. Li navçeyê ne rewşeke şer heye, ne jî rewşeke aştiyê.

Li pêşberî vê rewşê berpirsyarî dikeve ser milê pêşmerge û Heşd El Şebî. Ev du hêzên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi hev re şer kirine û serketin bi dest xistine, niha hewl tê dayîn ku li hemberî hev şer bikin. Em di wê baweriyê de ne ku Îran û Tirkiye di bûyerên li Xûrmatû de bi bandor in. Yek jê bi rêya Şîa, yê din jî bi rêya Tirkmenan dixwaze herêmê bixe nava rewşa şer. Ji bo alozî û rageşî ji holê rabe, divê milîsên Heşd El Şebî yên li herêmê, ji navçeyê derkevin."

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Wahap Ehmed da xuyakirin ku piştî şerê li dijî DAIŞ'ê hêza pêşmerge li herêmê bû û der barê hêzên niha li navçeyê ne de, ev agahî da: "Piştî şerê li hemberî DAIŞ'ê, kontrola herêmê ketibû destê pêşmergeyan. Lê belê piştre li herêmê gelek hêzên çekdar derketin holê. Serkêşiya van hêzan jî milîsên Heşd El Şebî dikin. Dixwazin vê navçeya ku pêşmergeyan ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, ji nû ve bixin bin kontrola xwe. Armanca wan a sereke ev e."

'GEL JI XÛRMATÛ KOÇ DIKE'

Ehmed ragihand ku ji ber şer, beşeke girîng a gel ji navçeyê koç dike û got, "Di serî de jin û zarok ji sedî 60 ê şêniyên navçeyê, navçe terikandine. Li navçeyê kes ji kesî bawer nake. Lewma di nava serma zivistanê de neçar dimînin cih û warên xwe biterikînin. Ev yek rewşeke bê qebûlkirin nîne. Me bihîst ku li gelek deveran sekvan hatine bicihkirin. Gel di nava gefê de dijî.

Weke Tevgera Azadî, me nêrîna xwe ya li ser vê mijarê beriya niha aşkera kiribû. Ji bo çareseriya pirsgirêkê me projeyek pêşkêşî aliyan kiribûn. Ji bo ev herêm asayî bibe, pêwîstî bi xwerêveberiyê heye. Di rewşeke berevajî de wê şer, tevlîhevî, gef û nearamî her dewam bikin."