Li hember qereqola Girê çalakî

HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê 17’ê Mijdarê di çalakiya li hember qereqola Girê ya li ser xeta sînorê herêma Zapê kuleyeke qereqolê hedef girtine.

HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê 17’ê Mijdarê di çalakiya li hember qereqola Girê ya li ser xeta sînorê herêma Zapê kuleyeke qereqolê hedef girtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, da xuyakirin ku hêzên gerîla di çalakiya li hember qereqola Girê ya li ser xeta sînorê herêma Zapê kuleyeke qereqolê hedef girtine. Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin:

 “Bi lêdanên bandor kuleya qereqolê hat derbkirin; hejmara zelal a mirî û birîndaran nehat bidestxistin. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên zirxî rakir Tûgaya Çelê. Piştî çalakiyê, qereqola Girê, herêmên derdora xwe bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.

Êvara 11-12’ê Mijdarê dema 3 hevalên me diçûn wezîfeyê li Taxa Gergîlî (Tendurek) a li herêma Zîlan a girêdayî navçeya Erdîş a Wanê pevçûnên dijwar qewimîbûn, me di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku hevalên me gihiştine şehadetê.

17’ê Mijdarê saet 07.30-08.30’an qereqola Arûş a li xeta sînorê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê; girê Şehîd Dîlber ê girêdayî mintiqa Derarê da ber obus û hawanan.

Agahiyên sicîlên hevalên me yên şehîd ketine wiha ne:

Nasnav: Devrîm Tendurek

Nav: Vefa Kayanas

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayik-bav: Saadet – Îhsan

Dîrok û cihê şehadetê: 12’ê Mijdara 2015 / Wan

 

Nasnav: Harûn Glîdax

Nav: Ozcan Kisak

Cihê jidayikbûnê: Îdir

Navê dayik-bav: Kubar – Nûrî

Dîrok û cihê şehadetê:  12’ê Mijdara 2015 / Wan

 

Nasnav: Cemîl Celaliyan

Nav: Îbrahîm Pûrmahmûd

Cihê jidayikbûnê: Makû

Navê dayik-bav: Karê – Mehmet Emîn

Dîrok û cihê şehadetê:  12’ê Mijdara 2015 / Wan”