BI DÎMEN

Ji Mala Êzidiyan banga neyên lîstikên PDK’ê

Berpirsyarê Mala Êzidiyan Pîr Qero diyar kir ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de Êzidî bi tenê hatin hiştin û ti wateya PDK’ê ji bo Êzidiyan nîne.

Berpirsyarê Mala Êzidiyan Pîr Qero diyar kir ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de Êzidî bi tenê hatin hiştin û ti wateya PDK’ê ji bo Êzidiyan nîne.

Berpirsyarê Mala Êzidiyan Pîr Qero ê li çiyayê Şengalê daxuyaniyeke çapemeniyê da got ku 12 hezar pêşmergeyên 3’ê Tebaxa 2014’an Êzidî bi tenê hiştin wê careke din li van axan neyên qebûlkirin. Pîr Qero got: “Dijminê me yê esasî PDK ye.”

‘KESÊN ME FIROTIN NIHA JÎ HEWL DIDIN ME BIKIRIN’

Qero diyar kir ku li hember êrîşên DAIŞ’ê, Êzidî tenê hatine hiştin û wiha axivî: “Dijminê me li holê ye. Dijminê me PDK’e ye. PDK’ê çawa em firotin, niha jî hewl dide me bikire. Me firotin dijminan. Çek nedan me. Berevajî dest danîn ser çekên me. Em van ji bîr nakin. Bê ku ti guleyan biavêjin ku 12 hezar pêşmerge em avêtin nav lepê dijmin em ê qet qebûl nekin. Em ê dayik, keç û zarokên xwe yên DAIŞ’ê qetil kirin, dîl girtin ji bîr nekin. Sedema pêkhatina vê bûyerê tenê hikûmeta PDK’ê ye. Em PDK’ê li ser vê axê naxwazin. Bila gelê me yê Êzîdî jî baş zanibe, êdî em ê nehêlin me bikirin û lîstikan li ser me bimeşînin.”