Li Nisêbînê kesekî din hat qetilkirin-HAT NÛKIRIN

Êrîşên hêzên dewletê li Nisêbînê yên li hemberî gel dewam dikin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, di roja 6. a qedexeya derketina derve de polîsan êrîşên xwe yên li dijî welatiyan zêde kirin. Li kolana Şîrîn a Taxa Abdulkadîrpaşayê, welatiyê bi navê Hasan Dal (45) ê li mala xwe bû, bû hedefa guleya bombeavêjê. Dal ê ku bi giranî birîndar bû, ji ber ku welatiyan ji ber êrîşên polîsan nikarîbûn wî rakin nexweşxaneyê, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Tevî hemû êrîşan jî welatiyan cenazeyê Dal li wesayîtekê siwar kirin û rakirin nexweşxaneyê.

Piştî ku Dal jiyana xwe ji dest da, êrîşên li Kolana Şîrîn dijwartir bûn. Vê carê jî cîranê Dal, jinbava Yilmaz Tûtak ê ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin Gulê Tûtak bû hedefa guleyên polîsan. Tûtak a ji ber guleya li pişta wê ket bi giranî birîndar bû, piştî ku demekê li erdê ma, jinan ew li betaniyê pêçandin. Jinan paçên spî hildan û cenaze li wesayîtekê siwar kirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Piştî ku Dal ê jiyana xwe ji dest da û Tûtak a bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê, polîsên Tirk bi gelek wesayîtên zirxî yên bi tîpa kobra li dora malên wan ên li Kolana Şîrîn bi cih bûn. Polîsên Tirk ji vê derê dest bi êrîşên dijwar kirin û êrîşên wan hînê dewam dikin.

Li Nisêbînê ku 6 roj in derketina derve lê qedexe ye, bi vê êrîşa dawî re hejmara mirovên hatin qetilkirin bû 3, yên hatin birîndarkirin bû 13.