Bîlançoya 5 rojan a li Nisêbînê: 2 mirî, 12 birîndar

Li Nisêbînê, dewleta Tirk di nava 5 rojan 2 kes qetil kir, 12 kes jî birîndar kir. Yek ji sivîlên hatin qetilkirin, ji ber ku rê li ber polîsan girt hat kuştin.

Li navçeya Mêrdîn Niêbînê, qedexeya derketina derve ya di 13'ê Mijdarê de destpê kir, di roja 6. de dewam dike. Polîsên Tirk ên dixwazin bi çekên giran bikevin nava taxan, rastî berxwedana gelê Kurd tên. Li navçeyê di nava 5 rojan de 2 kes ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, 12 kes jî bi heman rengî hatin birîndarkirin.

BÎLANÇO

Li Nisêbînê bîlançoya 5 rojan bi vî rengî ye:

* Roja 14'ê Mijdarê danê nîvro, Faysal Çakar û kurê wî Cano Çakar ê 10 salî, dema ji mala xwe ya li kolana Firatê ya li taxa Yenîtûran derketin derve, di encama êrîşa polîsan a bi bombeyan de birîndar bûn. Ji ber dorpêçiya taxê, Çakar û kurê wî yê biçûk piştî bi saetan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

* Roja 15'ê Mijdarê, li Kolana Başyûrt a taxa Firatê, dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen dema bi keça xwe Sevcan a 9 salî û kurê xwe Fîkret ê 17 salî ji qatê dudiyan ê mala xwe dadikevin jêrê, ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Zarokên Yeşîlmen ên birîndar bûn, Sevcan sewqî Amedê hat kirin, Fîkret jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

* 15'ê Mijdarê, ciwanê bi navê Yilmaz Tûtak ê bi hawara malbata Yeşîlmen ve çû, bi guleyên polîsên li kolana Çaxçaxê bi cih bûbûn, birîndar bû. Tûtak li cihekî nêzî mala malbata Yeşîlmen birîndar bû û ji ber êrîşa polîsan bi saetan ranekirin nexweşxaneyê. Dûre ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û ji wir sewqî Amedê hat kirin.

* 15'ê Mijdarê di encama teqîna guleya bombeavêj a li hewşa maleke li pişt avahiya Hikûmetê ya li taxa Devrîm teqiya, Abdulhakîm Aytîmûr birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

* Roja 15'ê Mijdarê danê êvarê, jina bi navê Şîrîn Bîlgîn a derket şaneşîna mala xwe ya li taxa Devrîmê, rastî guleyên polîsên Tirk ên li nêzî Qada Newrozê bi cih bûbûn, hat. Bîlgîn ji pişta xwe ve bi guleya polîsan birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

* 16'ê Mijdarê li taxa Kertwênê, Abdulkadîr Yilmaz ê 65 salî yê şeva 15'ê Mijdarê krîza dil derbas kir û bi ambûlansa piştî 3 saetan ji ber astengiya polîsan ancax xwe gihand malê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, ji ber ku li nexweşxaneyê doktor nebûn sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hat kirin, lê li vir jiyana xwe ji dest da.

* Êvara 16'ê Mijdarê, welatiyê bi navê Suleyman Altekîn ê 65 salî, dema dixwest biçe mala zarokê xwe yê li Taxa Firatê, bi guleya polîsên li kolana Şîrînê ji lingê xwe ve hat birîndarkirin.

* 17'ê Mijdarê, welatiyê bi navê Abdulkadîr Dogan ê derket pêşiya mala xwe ya li kolana Kartopû ya taxa Abdulakdîrpaşa, rastî guleyên polîsên li kolana Çaxçaxê bi cih bûn, hat. Dogan ji lingê xwe birîndar bû, lê piştî bi saetan ancax karî rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Dogan ji vir sewqî Amedê hat kirin.

* 17'ê Mijdarê, dayikê 3 zarokan Halîme Guner (35) a li kolana Coşan a taxa Abdulkadîrpaşa derket pêşiya mala xwe, bû hedefa polîsên li kolana Çaxçaxê û ji lingê xwe birîndar bû. Guner rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

* Li taxa Devrîm, jina bi navê Fatma Kûlat a 42 salî li mutbexa mala xwe ya li qatê pêncan ê apartmanekê bû hedefa guleyên polîsan. Guleya polîsên Tirk li çenga Kûlat ket û giran birîndar bû. Piştî ku Kûlat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê hat kirin.

* Êvara 17'ê Mijdarê, ciwanê bi navê Mehmet Aslan ê 19 salî ku ji kolana Mehmetçîk a taxa Yenî Tûran derbas dibû, bû hedefa êrîşa polîsan. Aslan ê ji stûyê xwe bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Tê gotin ku rewşa tenduristiya Aslan xetere ye.