Atalan: Li hemberî qedexeya li Nisêbînê em dest bi greva birçîbûnê dikin

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Atalan banga, "Li derdora Nisêbînê bibin yek” kir. Atalan anî ziman ku li deverên xwerêveberî pêk tên rewşa gel baş e û wê îro dest bi greva birçîbûnê bikin.

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Atalan banga, "Li derdora Nisêbînê bibin yek” kir. Atalan anî ziman ku li deverên xwerêveberî pêk tên rewşa gel baş e û wê îro dest bi greva birçîbûnê bikin.

Atalan diyar kir ku dewlet nikare bikeve taxên xwerêveberî lê hatine îlankirin, li ser vê li taxên din zext û komkujiyan pêk tîne û dixwaze tolê rake.

Parlamenterê HDP’ê yê Nisêbînê Alî Atalan ê li Nisêbînê ye, têkildarî rewşa dawî ya li navçeyê ji ANF’ê re axivî.

Atalan diyar kir ku li hemberî êrîş û “qedexeya derketina kolanan” îro bi hevşaredaran re dest bi greva birçîbûnê dikin û anî ziman ku heta qedexe bi dawî nebe wê çalakiya xwe bidomînin.

'TALÎMAT ERDOGAN DA'

Atalan ragihand ku di nav rojê de bi qeymeqam re axivînê, destnîşan kir ku rewşek qeymeqam jî derbas dike heye.

Atalan da xuyakirin ku wê îro li Walîtiya Mêrdînê civînek Qeymeqamê Nisêbînê jî tevlî bibe bê lidarxistin, lê wê ti biryar neyên girtin, anî ziman ku ti îradeya wan tineye. Atalan got qedexeyên kolanan û biryarên komkujiyan mangayên mirinê yên girêdayî Qesrê pêk tînin û wiha berdewam kir: “Di fermiyetê de biryar ji aliyê walîtiyan tên nivîsandin lê rakirina qedexeyan di destê Erdogan û yekîneyên taybet ên girêdayî wî ne. Li hember vê ‘Gladyoya Qesrê’ ti îradeya walî û qeymeqaman tineye, ev tenê çi ji wan re tê gotin wek pîyonan wan pêk tînin.”

Atalay bal kişand ku ji roja êrîş û qedexe destpê kirine bi dehan însan birîndar bûne û 2 sivîl jî hatine qetilkirin û wiha got: “Qatilê van sivîlan Erdogan û mangayên mirinê yên girêdayî wî ne.”

'LI TAXÊN XWERÊVEBERIYÊ REWŞA GEL BAŞ E'

Atalan destnîşan kir ku ji bilî 4 taxên xendek lê hene, li tevahî taxên navçeyê av û elektrîk qutkirî ne, wiha ragihand: “Rewşa gelê li taxên Abdûlkadîr Paşa, Firat, Dîcle û Yenî Şehîr ku xendek lê hatine kolan, ji ya gelê ku xendek li taxên wan tinene baştir e. Li cem vê jî xweparastina wan heye, avakirin heye, ji ber ku dewlet nikare bikevê, li ser gel zext tineye. Pirsgirêkên xwe yên elektrîk û avê jî çareser kirine. Niha yên tên qetilkirin mirovên me yên li taxên bê xendek mane ne. Li taxên xendek û xweparastin heye, elektrîk û av jî heye, cihê ku dewlet lê heye, komkujî heye, zext heye, av û elektrîk tineye. Lê li taxên xwerêveberî heye, elektrîk, av heye û zext jî tineye.”

Atalan aşkera kir ku cihê lê xwerêveberî heye û dewlet tineye, rastî zext û komkujiyan nehatine.

'DEWLET NIKARE BIKEVE WAN TAXAN'

Atalan diyar kir tevî ku qedexeya kolanan roja 6’emîn jî li pey xwe hiştiye, hêzên dewletê nikarin pêş bikevin, destnîşan kir ku ji ber dewlet nikare bikeve taxên lê xwerêveberî heye, hewl dide gel tevahî ceza bike. Atalan wiha bertek nîşan da, “Dewlet heta kengî wê karibe vê rewşê wiha bidomîne” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel dewletê naxwaze, dewlet jî bi zorê dixwaze gel bipelçiqîne, lê nikarin vê jî bikin. Ji ber vê jî tenê dikarin tiştekî bikin. Hewl didin bi tank, topan gel ji mal dernexin û ceza bikin. Ev ti fêda xwe ji dewletê re tineye. Tiştê dikeve aliyê dewletê ev e  ji van deveran derkeve û rêzê bide biryara xwerêveberiya gelê Kurd.”

Atalan xwest ku tevahî raya giştî li derdora Nisêbînê bibin yek, ji bo dorpêç û komkujî bi dawî bibin banga li ser wezîfeyê li her kesî kir.

'HETA QEDEXE BI DAWÎ BIBIN EM DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE'

Atalan da xuyakirin ku bi Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim û Hevşaredar Cengîz Kok re li pêşiya Navenda Çandê ya Mîtanî biryara greva birçîbûnê ya bêdem dane. Atalan ragihand ku wê di seatên pêş de dest bi greva birçîbûnê bikin û heta qedexe bi dawî bibin jî wê bidomînin.