Operasyonên qirkirina siyasî didomin

AKP, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne. Li Wan, Sêrt û Bedlîsê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

AKP, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne. Li Wan, Sêrt û Bedlîsê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

WAN

Li Wanê ji 5 kesên ku di serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin, 3 kes hatin girtin.

Li navenda Wanê û navçeya Payîzavayê, 4 roj berê di serdagirtina malan de welatiyên bi navê Osman Işik, Murat Çolenar, Cemal Aslan, Necdet Koç û Mustafa Kuşman hatibûn binçavkirin. Her 5 kes, piştî dema wan a binçavkirinê hate dirêjkirin, derxistin dozgeriyê. Her 5 kes bi îdîya "endamê rêxistinê ne" û "alikariya rêxistinê kirine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.

Osman Işik û Murat Çolenar li dadgehê serbest hatin berdan, Cemala Aslan, Necdet Koç û Mustafa Kuşman jî hatin girtin.

SÊRT

Li Şîrwan û gundên wê di serdagirtina malan de Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Metîn Er û Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Orhan Erbek jî di nav de 16 kes hatin binçavkirin.

Li Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî bênavber didomin. Vê sibê jî li navçeya Şîrwan a Sêrtê û li gundên Maden û Zivzik, polîsên tîmên taybet û leşker bi ser gelek malan de girtin. Di serdagirtina malan de Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Metîn Er, Rêvebirê HDP'ê yê Navçeyê Perver Aldemîr, rêvebirên DBP'ê Yakup Gun Dogan û Îdrîs Kurtak, delegeya Meclîsa Ciwanan a KCD'ê Berîvan Er û welatiyên bi navê Yavuz Odumlu, Yusuf Çelîk, Mevlît Şen, Hakan Odümlu, Yusuf Odumlu, Mehmet Orhan Kurtak, Haşem Kurtak, Mucahit Kurtak, Halîl Îbrahîm Bîlgîz û Mehmet Engîn hatin binçavkirin. Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Orhan Erbek jî, li Şaredariya Sêrtê hate binçavkirin.

16 kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Şîrwanê.

BEDLÎS

Her wiha li navçeya Xîzana a Bedlîsê jî duh di saetên êvarê de polîsên tîmên taybet li navenda navçeyê wesayîteke da rawestandin û kesek navê wî nehat zanîn binçav kir. Hate zanîn ku kesê binçavkirî birin Miduriyeta Emniyetê ya Xîzanê.