Li Nisêbînê înternet û elektrîk hat qutkirin
Li Nisêbînê di roja 6'emîn a qedexeya derketina kolanan de piştî sewqiyata leşkerî êrîş jî zêde bûn. Li navçeyê xetên elektrîk û înternetê hatin qutkirin.

Li navçeya Nisêbînê ya ya Mêrdînê qedexeya derketina derve di roja 6'emîn de berdewam dike. Li navçeya ku heta niha 3 kesan jiyana xwe ji dest da 13 kes jî birîndar bûn, êrîşên tîmên taybet û polîsan jî her diçe zêdetir dibin.
Li navçeyê sewqiyata leşkerî ji serê sibehê heta niha berdewam dike. Bi yekîneyên leşkerî ve gelek wesayîtêk zirxî jî sewqî navçeyê hatin kirin.
Bi van sewqiyatên tên kirin ve duh êvarê li hin nuqteyên navçeyê trafo hatin hedefgirtin û ji ber vê yekê jî li navçeyê elektrîk û xetên înternetê hate qutkirin. Her wiha xetên operatorên GSM'ê jî hatin birîn.