BI DÎMEN

Gabrîel: Em ê herêmê ji çeteyan paqij bikin, jiyana azad pêşkêş bikin

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û endamê Meclîsa Leşkerî ya HSD'ê Kîno Gabrîel pêngava li bejahiya Hesekê ji ANF'ê re nirxand. Gabrîel got, "Gelê me bi vê pêngavê re careke din ku parçeyeke ji Sûriyeya demokratîk e."

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û endamê Meclîsa Leşkerî ya HSD'ê Kîno Gabrîel pêngava li bejahiya Hesekê ji ANF'ê re nirxand. Gabrîel got, "Gelê me bi vê pêngavê re careke din ku parçeyeke ji Sûriyeya demokratîk e." Gabrîel ragihand ku ji bo paqijkirina herêmê ji çeteyan wê operasyonên wan dewam bikin û destnîşan kir ku ew ê jiyaneke azad û ewle pêşkêş bikin. Gabrîel banga piştgiriyê kir.

'HETA KU ÇETE HEBIN, PÊNGAVA ME YA LI DIJÎ WAN WÊ DEWAM BIKE'

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û endamê Meclîsa Leşkerî ya HSD'ê Kîno Gabrîel  da xuyakirin ku pêngava wan a di 31'ê Cotmehê de destpê kir û di roja 14. de Hol hat azadkirin, bi beşdariya aktîf a hemû pêkhateyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi bênavber û bi awayekî katîf dewam kiriye. 

Gabrîel got, "Di xeteke rast û plankirî ya pêngavê de em bi ber bajarokê Holê ve çûn. Hemû gundên li qada operasyonê hatin azadkirin. Weke HSD, dema me dest bi pêngavê kir, me ragihand ku ev pêngav ji bo bejahiya başûrê Hesekê ya yekemîn e û ji bo xwegihandina Sûriyeyeke demokratîk wê operasyonên me dewam bikin. Operasyonên me yên li erdnîgariya Holê, gava destpêkê bû. Ji bo herêm bi temamî ji çeteyan bê paqijkirin operasyonên me hînê dewam dikin. heta ku Başûrê Hesekê bi temamî ji çeteyan bê paqijkirin, operasyonên me wê dewam bidomin."

Gabrîel der barê nêzîkatiya gelê herêmê de got, "Di pêvajoya pêngavê de me bi çavên xwe dît; li herêmên ji çeteyan hatin paqijkirin gel bi hêviyeke mezin em pêşwazî kir. Ji ber ku belayê serê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê li her herêma dagir kirin, êrîşî çand, bawerî û gelan kirin. Hemû nirx tine kirin. Me li herêmeke bi vî rengî pêngav meşand. Gel, kêfxweşiya xwe bi awayekî vekirî nîşan dida."

Gabrîel ji bo vegera gundiyên ji neçarî gundên xwe terikandine diyar kir, ku ew ê di dema pêş de bombe û xefikên teqemeniyan ên çeteyên DAIŞ'ê ji gundan rakin û piştî ku gund hemû paqijkirin ew ê alîkariyê bidin gel ku vegerin malên xwe.

Gabrîel ragihand ku bi qasî ew dişopînin, pêngava wan ji aliyê gelên Sûriyeyê ve erênî tê nirxandin û destnîşan kir, ku heta çete li cihekî hebin, ew ê pêngav û operasyonên xwe bidomînin.

'EM Ê JIYANEKE AZAD Û EWLE PÊŞKÊŞ BIKIN'

Li ser wateya azadbûna Holê û derdora wê ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê û azadiya gelan endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û endamê Meclîsa Leşkerî ya HSD'ê Kîno Gabrîel ev nirxandin kir:

"Çeteyan par di 23'ê Sibatê êrîşî derdora Xabûrê kirin û bi dehan gundên me dagir kirin, bi sedan mirovên me dîl girtin û bi dehan mirovên ji gelê me qetil kirin. Weke gelên Asûrî-Suryanî her çend em li herêmê xwedî xakeke mezin in jî, ev du sal in çeteyan nehiştin em li xaka xwe bimînin û dest danîn ser xaka me. Gelek malbat û gelê li vê herêmê dijiyan, yan hatin qewirandin yan jî neçar man birevin. Ji hingî ve kes vegere gundên xwe. Bi azadkirina herêmê re, mîna hemû gelan gelên Suryanî-Asûrî jî kêfxweş bûye. Gelên Suryanî-Asûrî gelekî ji destê çeteyan kişandin. Û hînê gelek mirovên wan di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîlgirtî ne. Gelê me bi vê pêngavê re careke din xwe weke parçeyek ji Sûriyeya demokratîk dît.

Ev pêngav, mîna hemû gelên li Sûriyeyê wê gelên Suryanî-Asûrî jî teşwîq bike ku tevlî nava refên hêzên Sûriyeya demokratîk bibin. Gelên Ereb, Kurd, Suryanî û Çeçen ên gundên wan hatin dagirkirin, piştî ku vegeriyan xaka xwe, li gundên xwe ji nû ve jiyana ser bi rêk û pêk kirin, wê hîn bêhtir ji me bawer bikin û ewle bin. Piştî me herêm ji çeteyan û mayînên wan paqij kirin, wê gelên li vê derê jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Û bi awayekî azad û ewle bijîn."

'DIVÊ HER KES DESTEKÊ BIDE'

Fermandar Gabrîel diyar kir ku weke HSD ji bo azadiya gelên Sûriyeyê çi ji destê wan tê ew ê bikin û got, "Ji ber ku em gelê vê xakê ne û êrîşa li hemberî gelan ji ku tê bila bê, em bi biryar in li dij êrîşan têbikoşin. Divê her kes zanibe ku avabûn û pêngava me, li ser biratiya gelên Sûriyeyeke demokratîk e û em li bendê ne ku her kes bi vê berpirsyariyê destekê bidin."

...