Nisêbîn bi berxwedanê ronî dibe

Li Nisêbînê li hember êrîş û dorpêça dewleta Tirk tevî hewaya sar jî gel barîkatan terk nake û li ber xwe dide. Li navçeyê ku elektrîk hatiye qutkirin, hat ragihandin ku elektrîk dane Midûriyeta Polîsan a Navçeyê, Qeymeqamtî û lojmanên polîsan.

Li Nisêbînê ku "Qedexeya derketina kolanan” ket roja 6’an, tîmên taybet û polîsên ji ber berxwedana gel nikarin bikevin taxan bi çekên giran êrîşî taxan dikin. Tîmên taybet ên li Qada Newrozê, Cadeya Çagçag a li Taxa Îpekyolu û Devrîm bi wesayîtên zirxî hatine bicihkirin, bi çekên giran û bombeavêjan êrîşî taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Yenîşehîr û Dîcle dikin.

Gelê Nisêbînê li hember êrîşan tevî hewaya sar jî li ber barîkatên li serê cadeyan danîne bi çalakiya dengderxistinê li ber xwe dide. Gel dirûşmên, "Bijî berxwedana Nisêbîn" û "Em bi berxwedanê bi ser bikevin”  rê nade êrîşan.

Li tevayî taxên navçeyê ku elektrîk hatiye birîn, hat ragihandin ku tenê elektrîk dane Qeymeqamtî, Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û lojmanên polîsan.

Li gel vê cenazeyê Hasan Dal ê li Kolana Şîrîn ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Cîrana Dal Gule Tûtak a bi guleyên polîsan birîndar bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tê dermankirin.