Rewşa asayî ya berxwedana Hasirli

Walîtiya Amedê ji bo Sûrîçî biryara operasyonê girt. Ciwanên bi gel re li Taxa Hasirli dimînin bi parastina taxê de bi biryar in.

Li çapemeniya xwecihî ya Amedê Walîtiyê di “civîna ewlekariyê” de ji bo Sûrîçî ya xwerêveberî lê hatiye îlankirin biryara operasyonê girtiye. Lê ciwan û gelê li Taxa Hasirli ji bo xweparastinê di parastina qadên jiyanê de bi biryar in.

Tevayî Taxa Hasirli di kontrola yekeyên xweparastinê de ye. Li Sûrîçî li gel Hasirli taxên Lalebey û Fatîhpaşa jî ji aliyê ciwanan ve tên parastin.

Li pêşiya Qereqola Çarşi jî polîs bi wesayîtên zirxî rawestiyane. Di rewşeke operasyonê de tablo bi temamî tê guhertin. Her sê tax jî ji aliyê sekvan û tîmên taybet ve tên dorpêçkirin.

Li yek ji nuqteyên ketina Taxa Hasirli wêneyê Ferhat Dogrû yê 7’ê Mijdarê ji aliyê hêzên taybet ên Qesrê ve hat qetilkirin kesên tên pêşwazî dike. Cihê çeper lê ji aliyê ciwanan ve wek “Eniya Şehîd Avesta” hatiye binavkirin. Ciwanek ku nobedê digire, gel li ber xendekê re derbas dibe. Gelek kes silav didin û li rewşa ciwanan dipirsin. Bi taybet dayik bi seatan li cem ciwanan rûdinin.

DI ATMOSFEREK AWARTE DE JIYANA ROJANE YA ASAYÎ

Di ketin û derketinên tevahî taxan de xendek, barîqat, çeper hene. Ji bo xwe ji êrîşên hewayî û sekvanan biparêzin li gelek cihan perde hatine kişandin. Tevî van dîmenên awarte jî herikîna jiyana rojane jî balkêş e. Di nav taxê de dikan vekirîne. Zarok, jin, ciwan tev li kolanan e.

Li taxên xwerêveberî hatine îlankirin ên Hasirli, Lalebey û Fatîhpaşa nifûsa fermî 15 hezarî dibihure. Bi îlankirina şer a Qesrê hin kesên ji taxê veqetiyane hene. Bar kirin cihê nêztir. Lê kesên mane jî di manê de bi biryar in.

Lê wek li taxên Farqînê, kesên ku naxwazin ji kamerayan re biaxivin zêde ne. Atmosferek balkêş heye bi axaftinek herî vekirî. Li cem ciwanan bi seatan disekinin, dema êrîşan ji taxan dernakevin, bi ciwanan re li ber xwe didin, li dijî çekên giran ên dewletê bi tilîliyan bersivê didin, lê naxwazin li pêşiya kamerayan biaxivin. Diyar e xwe li qadên ku ciwanên çekdar diparêzin ewle hîs dikin. Lê ji derveyî vê qadê tijî xeterî ye.

Dema kamera tên girtin jî tiştên dibêjin hevpar in: Dewlet dixwaze me qetil bike, ji cihê me koçber bike. Bila dewlet têkilî me nebe bes e. Bila şer rawestîne.

Hêzên xweparastinê destûrê nadin ji taxan dîmen bên girtin. Sedemên wan ew e ku wê cihê xendekan ji aliyê hêzên dewletê ji wêneyan werin tespîtkirin û bi vê ve girêdayî fikara wê ya zafiyeta ewlehiyê.

'EM HEWL DIDIN PÊŞIYA KOMKUJIYAN BIGIRIN'

Li taxê jinên ciwan jî di xweparastinê de cihê xwe girtine. Çepereke ku tenê jin diparêzin jî heye. Ji jinên ciwan Berfîn Amed bersiv da pirsên me. Berfîn Amed destnîşan kir ku ji yekîneyên xweparastinê ye, got, “Ji bo gelê xwe biparêzin em li vir in” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo gelê me, zarok qetil nebin em têdikoşin. Em hewl didin pêşiya komkujiyan bigirin.”

Berfîn Amed jinek pir ciwan e. Bi qasî wê jî bi kelecan û xwezayî ye. Vegotina xwe wiha didomîne: “Bi êrîşên xwe dewlet dixwaze dawiyê li me bîne. Em li vir ne tenê wek yekîneya xweparastinê disekinin. Gel jî li taxê ye. Hûn jî wan dibînin. Em bi wan re li vir dijîn û em bi hev re li ber xwe didin. Li Farqînê, Silopiyayê, Cizîrê dewletê êrîş bir ser gel. Em jî bi gelê xwe re hewl didin van komkujiyan bisekinînin.”

Berfîn Amed ji pirsa, “Hûn ê heta kengî van taxan biparêzin?” re bersivek kurt û zelal da: “Em tenê dixwazin gelê me bigihêje azadiya xwe. Heta dewlet aştiyê pêk neyne, em jî pêk naynin. Em li hember dijmin têk neçûn, têk naçin jî.”

Peyama herî dawî ya Berfîn Amed ji gelên Tirkiyeyê re ye ev e: “Em ji vî şerî re dibêjin êdî ‘Bes’. Em dixwazin gelên Tirkiyeyê jî tevlî vê bangê bibin. Wê azadiya me bibe azadiya gelê Tirk jî. Eger naxwazin xwîn birije, dixwazin şer bi dawî bibe, em dixwazin bersivê bidin banga me.”

...