MŞD: Dem dema Xweseriya Şengalê ye

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ragihand, ku bi rizgariya Şengalê re pêvajoya xweseriyê û avabûna Şengalê destpê kiriye û banga destekkirina vê pêvajoyê li her kesî kir.

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD), bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî û qada navneteweyî kir, ku piştgiriyê bidin pêvajoya ji nû ve avakirina Şengalê.

MŞD'ê di daxuyaniya xwe de, reva pêşmergeyan a ji Şengalê û 73 fermanên bi ser civaka Êzidî de rabûne bibîr xist û destnîşan kir ku ti sedem û baweriya Êzidiyan nemaye, ku mîna berê bijîn.

MŞD'ê bal kişand ser hebûna Meclîsa Şengalê û hêzên YBŞ/YPJ Şengal ji bo pêşeroja Şengalê û destnîşan kir, ku dem dema Xweserbûna Şengalê ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji bo Xweseriya Şengalê her kes û saziyên Kurd berpirsyar in û hat gotin, "Ji bo avakirina Şengalê piştgiriya her kesên demokrat pêwîst e. Barê giran li ser hêzên Başûrê Kurdistanê ye. Girîng e PDK jî dev ji helwest û berjewendiyên partiya xwe berde. Pêşeroja civaka Êzidî di ser her tiştî re ye."

MŞD'ê ji bo qada navneteweyî jî ev bang kir: "Alîkariyê bidin YBŞ'ê. Hûn jî dibînin dijminê Êzidiyan dijminê tevahiya mirovahiyê ye. DAIŞ'ê xwe berdaye her derê. Duh li Fransayê, sibe li cihekî wê xwe bide der. Ji ber vê yekê, girîng e YBŞ bê biçekkirin û hîmê neyarên mirovahiyê bê rakirin."

Hêjayî gotinê ye, bi armanca naskirina statuya Şengal û YBŞ'ê di 21'ê Mijdarê de li Schutzenplatz a Hannoverê, bi pêşengiya Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê meşek tê lidarxistin.