Di meha 4. de şehîdên Pirsûsê li Amedê hatin bîranîn

SGDF’ê di meha 4. a qetilkirina 33 şoreşgerên li Pirsûsê de çalakiyek bîranînê li dar xist, berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd silav kir.

Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), di meha 4. a komkujiya Pirsûsê de ku 33 şoreşger hatin qetilkirin çalakiya rûniştinê pêk anî.

Dayika şehîdê pirsûsê Veysel Ozdemîr jî tevlî çalakiyê bû.

Ciwanên şoreşger ên li pêşiya AZC Plaza ya li Ofîsê hatin cem hev, wêneyên şoreşgerên hatin qetilkirin û pankarta, "Em nebin koleyê qesrê, em ê ji aştiyê re bibin hêvî" hilgirtin. Ciwanan dirûşmên, "Ji Arîn heta Sîbel em ber bi serfiraziyê ve dimeşin", "Şehîd namirin", "Şehîdên şoreşê nemirin" gotin. Ciwanên sosyalîst berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd silav kirin. 

Melîs Teksan a li ser navê SGDF’ê daxuyanî da got ku Qesrê li hember hêviya aştiyê ya gelan 20’ê Tîrmehê bi komkujiya Pirsûsê şer îlan kir. Teksan got: "AKP’a ku li Pirsûsê bi destê DAIŞ’ê hevrêyên me qetil kirin, îro li Farqîn, Cizîr, Sûr û Nisêbînê bi her awayî bû DAIŞ bi awayekî nemerd êrîşî daxwaza aştiyê û îradeya xwerêveberiyan dike. Îro em bi awayekî aşkera dibînin ku DAIŞ’a Kurdistan û Tirkiyeyê AKP ye.”

Teksan anî ziman ku AKP piştgiriyê dide çeteyên cîhadîst ên li Sûriyeyê, ji komkujiyên Lubnan û Parîsê berpirsyartiya AKP’ê heye.

Teksan di dewama axaftina xwe de gelê Kurd ê li hember AKP'a li dijî xwerêveberiyan şer îlan kiriye li ber xwe dide silav kir.

Ciwanan piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna 33 şehîdan 33 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dema navê 33 şehîdan hat xwendin girseyê bi gotina, “sax in” bersiv da.

Dem-Lîs, DHF, Partîzan û Keskesor LGBT’Î jî tevlî çalakiyê bûn. 

...