Kok: Li vê derê amadekariya komkujiyeke mezin heye; xwedî li Nisêbînê derkevin

Hevşaredarê Nisêbînê Kok da xuyakirin, ku li navçeyê amadekariya komkujiyeke mezintir tê kirin. Kok got, "Bêyî ku komkujiyeke mezin rû bide, em li dora Nisêbînê bicivin."

Kok diyar kir ku li Nisêbînê bi qedexeyê re av û elektrîk qut bûye û xeteriya rûdana rîska nexweşiyên şewbê heye. Kok ragihand ku tîmên taybet ên Tirk, gule li ekîbên tamîrkirina elektrîk û avê yên bi destûra qeymeqamiyê hatin reşandin û da zanîn ku li Nisêbînê ekîbên taybet ên ne hiqûqî li ser kar in.

Li Nisêbînê qedexeya derketina derve û êrîşên li hemberî gel roja 8. li dû xwe hişt. Di nava van 8 rojan de 1 jê jin 5 sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi dehan sivîl ji ber guleyên hêzên dewletê birîndar bûn. Li navçeyê, ji ber bomberdûmana ji aliyê hêzên dewletê ve hat kirin, av û elektrîk nîne. Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok, rewşa dawî ya li navçeyê ji ANF'ê re vegot.

'DI HER KÊLIYEKÊ DE DIKARIN DEST BI KOMKUJIYEKE MEZIN BIKIN!'

Kok bal kişand ser amadekariya komkujiyeke mezin li çar taxan û got, "Li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenî Şehîrê êrîş û bomberdûman dewam dikin. Agahî li derdorê belav dibin ku wê qedexe bi qismî were rakirin. Rakirina qismî ya qedexeyê ne ji bo başkirina rewşê ye, plansaziyek ji bo girankirina rewşê ye. Dixwazin li derveyî van 4 taxan, li taxên din ên navçeyê qedexeyê rakin, hêza polîs û leşkeran li van taxan bicivînin û zext û êrîşên xwe bi giranî li van taxan bimeşînin. Ev yek tê wateya amadekariya komkujiyeke mezin."

Kok da xuyakirin ku li van taxan bi hezaran sivîl dijîn û anî ziman ku li Nisêbînê kesî mala xwe neterikandine, li taxên xwe ne. Kok anî ziman ku li çar taxê êrîşa dewletê lê giran e, kesî malên xwe neterikandine û hişyarî da. Kok diyar kir ku bi hezaran sivîl bi rîska komkujiyê re rû bi rû ne.

'TÎMÊN TAYBET GULE LI EKÎBÊN ELEKTRÎK Û AVÊ REŞANDIN'

Kok got, "Li temamiya bajêr elektrîk û av nîne, bi tenê li cem çend malbatan jenerator hene" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Rêyên ragihandinê hatine girtin, em nikarin xwe bigihînin ti kesî. Ev çend roj in ji bo av û elektrîkê em di nava hewldanan de ne. Di encama axaftina me ya bi qeymeqamiyê re ekîbên Marsû û Tedaşê hatin navçeyê û xwestin pirsgirêka elektrîk û avê çareser bikin. Lê belê tîmên taybet gef li ekîban xwarin, gule li wan reşandin, bombe avêtin wan û heqaret li wan kirin. Ji ber vê yekê van ekîban bêyî ku karibin karekî bikin, neçar man xwe vekişînin."

HIŞYARIYA NEXWEŞIYÊN ŞEWBÊ

Kok bibîr xist ku gelê Nisêbînê, ji roja destpêkirina qedexeyê û vir ve tevî êrîşên bi çekên giran bi pirsgirêkên av û elektrîkê re rû bi rû ye û der barê nexweşiyên şewbê de hişyarî da.

'DIVÊ HER KES BIKEVE NAVA TEVGERÊ; GELÊ ME BILA LI DORA HEV BICIVE'

Kok bang li raya giştî kir û got, "Dewlet amadekariyê dike li vê derê komkujiyeke mezin bike. Pêkane ku dewlet li vê derê di demeke de komkujiyekê bikin, ji bo pêşîgirtina li vê yekê divê her kes bikeve nava tevgerê. Di rewşeke berevajî de kes wê nikaribe ji berpirsyariya komkujiyeke mezin bireve. Li vê derê bi hezaran sivîl hene û hêzên dewletê dixwazin li vê derê komkujiyeke mezin bikin."

Kok anî ziman ku hêzên dewletê hînê nekarîne bikevin nava ti taxê û got, "Lê belê bi taybetî çar taxên me hatine dorpêçkirin. Eger karibin bikevin nava van taxan wê bi dehan sivîl bên qetilkirin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku demek ji ya din zûtir li dora Nisêbînê bicive."