Ji NAV-DEM'ê banga tevlîbûna li meşa ji bo Şengalê

NAV-DEM'ê, ji bo meşa 21'ê Mijdarê ya li bajarê Elmanya Hannoverê bi dirûşma "Bila statuya Şengal û YBŞ'ê were naskirin" bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

NAV-DEM'ê, ji bo meşa 21'ê Mijdarê ya li bajarê Elmanya Hannoverê bi dirûşma "Bila statuya Şengal û YBŞ'ê were naskirin" bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku bi pêşengiya Meclîsa Dîaspora ya Şengalê wê li bajarê Elmanya hannoverê bi meş û mîtîngekê re azadiya Şengalê bê silavkirin. NAV-DEM'ê ji bo vê meşa bi şiyara "naskirina statuya Şengal û YBŞ'ê" were lidarxistin, banga tevlîbûnê kri.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku azadkirina Şengalê ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd serketineke mezin e û hat gotin, "Hem ji bo pîrozkirina serketinê hem jî mayîndekirina wê, divê statuya Şengal û YBŞ'ê were naskirin. Pêwîste Şengal ji nû ve bê avakirin. Ji niha û pê ve wezîfe û berpirsyariyên me zêde bûne. Divê em bi vê meş û mîtîngê re serketina Şengalê mayînde bikin.

Girîng e hemû navendên me yên civaka demokratîk, bi taybetî jî yên li Hannover, Berlîn, Hambûrg, Sachsen, Bremen, Kîel, Oldenbûrg, Salzgîtter, Kassel, Munster, Bîelefeld, Dûîsbûrg, Gîessen, Saarbrucken û Lîege beşdarî meşa li Hannoverê bibin.

Weke NAV-DEM em bang li navend û pêkhateyên xwe dikin ku di asta herî bilind de beşdarî vê meşê bibin. Pêwîste Navendên Civaka Demokratîk û pêkhateyên wê weke xwedî û berpirsyarên vî karî nêzîk bibin û bi hemû hêza xwe beşdarî meşê bibin."

NAV-DEM'ê tevî gelê Kurd ê ji çar parçeyên Kurdistanê bang li Elman, Asûrî, Ermenî, Ereb, Tirk, Elewî, Êzidî, Misilman, hemû şoreşger, demokrat û alîgirên azadî û wekheviyê kir ku di 21'ê Mijdarê de beşdarî meşa li Schutzenplatz a Hannoverê ya bi pêşengiya Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê bibin.