Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan ê ku dema rêveberiya Egîtîm Sen'ê dikir û di 2011'an de hatibû girtin û piştre bêyî girtî hate darizandin, parlamenterê berê yê HDP'ê Selamî Ozyaşar û 2 rêveberên sendîkayê de ji bo her yekî 6 sal û 3 meh ceza hate birîn.
Doza ku der barê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan ê ku dema rêveberiya Egîtîm Sen'ê dikir û di 2011'an de hatibû girtin û piştre bêyî girtî hate darizandin, parlamenterê HDP'ê yê berê Selamî Ozyaşar, Mahmut Galîp Yavîç, Hakan Yaman, Muzahît Karakuş û Sînan Gunduz de hatibû vekirin bi encam bû. 2'yemîn DAdgeha Cezaya Giran a Wanê di danişîna 17'ê mijdarê de Botan. Ozyaşar, Yavîç û Yaman bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" ji bo her yekî 6 sal û 3 meh ceza birî. Karakuş û Gunduz jî beraet kirin.
Parêzer Mehmet Tîryakî diyar kir ku j iber ku Botan parlamenter e xwestine dosya bê veqetandin lê dadgehê ev qebûl nekiriye û roja ku Botan li meclîsê sond xwariye dayîna vî cezayê manîdar e. Tîryakî got ku ew ê îtiraz bikin.
EGÎTÎM SEN JÎ BIRYAR ŞERMEZAR KIR
Endamên Egîtîm Senê yên Wanê jî ji bo şermezarkirina biryarê li avahiya sendîkayê daxuyanî dan. Serokê Egîtîm Senê ya Wanê Kerem agçakaya diyar kir ku piştî hilbijartinan li dijî endamên wan pêkûtî zêde bûne û ew ê li dijî pêkûtiyan têkoşîna xwe bidomînin.