Li Hezexê bi hezaran kes di pêşengiya KJA'yê de ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li Nisêbînê protesto bikin meşiya, rêya Cizîr û Midyadê ji trafîkê re girt. Ji ber êrîşa polîsan li navçeyê bûyer berdewam dikin.
Li navçeya Hezex a Şirnexê, bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad, bi hezaran welatî li Parka Aştî ya Taxa Turgut Ozal kom bûn û ji bo êrîşên li Nisêbînê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin heya derketina navçeyê meşiyan. Di meşê de dirûşmên, "Her der Nisêbîn, her der berxwedan" û "Bijî berxwedana Nisêbînê" hate berzkirin.
Bi hezaran kes heya rêya Cizîr-Midyadê meşiyan û rê li trafîkê girtin. Li vê derê polîs, bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan êrîşî gel kirin. Gel jî bi keviran bersiva êrîşên bi bombeyên gazê û ava şid da. Piştî êrîşa polîsan, bûyer li taxên Turgut Ozal û Atakentê berdewam dikin. Rêya Cizîr-Midyadê jî ji trafîkê re girtî ye.