Li Nisêbînê welatiyekî din hate qetilkirin - HAT NÛKIRIN
Li navçeya Nisêbînê polîsên tu tehamulî berxwedana gel nakin welatiyê bi navê Nurullah Kaplan (45) qetilkirin. Li Nisêbînê hejmara welatiyên ku hatin qetilkirin bû 7 kes.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê polîsan êrîşî taxa Abdulkadîrpaşa kirin û di encama êrîşê de kesekî din jî hate qetilkirin. Polîsên ku tax dorpêç kirin li nêzî qada Newrozê bi cih bûn û tax gulebaran kirin. Li kolana Tekîn welatiyê bi navê Nurullah Tekîn ê 45 salî ji ber gulebarana polîsan ji zikê xwe birîndar bû. Kaplan bi betaniyê ve birin ambulansa li ser pira Apmat Kaya û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Lê Kaplan li vir jiyana xwe ji dest da.
Li navçeyê di nava 8 rojan de bi qetilkirina Kaplan re derket 7 kesan û 15 kes jî birîndar bûn.
Li aliyê din cenazeyê Muhammed Altunkaynak ê duh bi şev li taxa Abdulkadîrpaşayê hate qetilkirin jî ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.