Berxwedana gel bi ser ket

Polîsên ku duh êvare xwestin bikevin 3 taxên Şirnexê bi berxwedana gel hatin qewirandin.

Polîsên ku duh êvare xwestin bikevin 3 taxên Şirnexê bi berxwedana gel  hatin qewirandin.

Li Şirnexê polîsan xwestin bikevin taxên Yenî Mahalle, Cumhuriyet û Dîcleyê. Polîsên ku xwestin bitevin taxan rastî berxwedana gel hatin. Welatiyên ku bihistin polîs wê bikevin taxan daketin kolanan û bi çalakiya dengderxistinê ve bertek nîşan dan.

Polîsên ku ji ber berxwedana gel nekarîn bikevin taxê piştre derûdor gulebaran kirin. Polîsên ku fêm kirin nikarin bikevin taxan mevbûr man paşve vekişin.

Polîsan li taxa Yenî Mahalleyê bombe avêtin malake. Dema ku xwediyên malê li hundir bûn polîsan bombe avêtin û bombe bi diwarê korîdora malê ket. Ji ber teqînê diwarê malê qul bû. Xwediyên malê demeke li hundir asê man û piştre derketin derve.