Koçberiya ji ber şerên navxweyî yên li Rojhilata Navîn rû didin, herî zêde bandorê li Kurdistanê dikin. Li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê hejmara penaberan derketiye asteke welê ku dikare bandorê li demografiya herêmê bike.
Weke ku tê zanîn, ji ber şerên navxweyî yên li Rojhilata Navîn veguherîne şerên jeopolîtîk, bi mîlyonan mirov ji cih û warên xwe bûne. Pêlên penaberiyê yên li herêmê di 20'ê Adara 2003'an de bi destwerdana DYA li Iraqê re destpê kir. UNHCR di Nîsana 2008'an d ragihand ku 4.7 mîlyon Iraqiyan cih guhertine. Ji van bi tenê 2 mîlyon derbasî welatên cîran bûn. Beşeke girîng xwe li Başûrê Kurdistanê girt.
Lê belê koçberiya esasî di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Mûsilê ya 10'ê Hezîrana 2014'an de pêk hat. Navenda Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe ya 22.10.2015'an a li malpera xwe ya fermî de diyar kir ku ji Hezîrana 2014'an heta niha, 3 mîlyon 200 hezar kes ji ber bûyerên şîdetê malên xwe terikandine.
Rewşa li Sûriyeyê ji vê xerabtir e. Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di 10'ê Îlona 2015'an de ragihand ku ji 15'ê Adara 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û pê ve 4 mîlyon penaberên Sûriyeyî xwe li Tirkiye, Urdun û Lubnanê girtin.
Ji 2 mîlyon penaberên xwe li Tirkiyeyê girtin, 138 hezar 977 kes li Bakurê Kurdistanê bajarên Riha û Dîlokê bi cih bûn.
Her wiha 7 mîlyon 600 hezar kes neçar man koçî herêmên cuda yên li nava Sûriyeyê bikin. Beşek ji van xwe li Rojava girtin.
Li pêşberê vê pêla koçberiyê ya li Rojhilata Navîn, rewşa herî zehmet a Kurdistanê ye.
DI ASTA KU KARIBE BANDORÊ LI RÊXISTINBÛYÎNA DEMOKRATÎK A LI ROJAVA BIKE
Ev koça mirovan ji aliyê welatên cîran ve ji bo armancên jeopolîtîk tên birêvebirin. Rê û rêbazên birêvebirina van koçberiyan veguherîne parçeyek ji polîtîkayên li Sûriye û Rojhilata Navîn.
Rastiyên jeopolîtîk ên di binê vê rewşa birêvebirina penaberan de veşartiye, ji texmînan bêhtir girîng e. Mînak; di diyarkirina pêşeroja Sûriyeyê de wê nifûsa li herêman xwedî bandoreke girîng be.
Li aliyê din, Tirkiye koçberan il hemberî Ewropayê weke şantajê bi kar tîne. Vê şantajê bi ser xist ku beriya hilbijartinê Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel bîne Tirkiyeyê û destek jê stend. B heman rengî Serokwezîrê Yewnanîstanê jî anî. Ya herî girîng jî yek ji xalên girîng ên rojeva bingehîn a civîna bilind a G-20'an bû.
Girseya herî girîng a ku Tirkiye berê wan dide Ewropayê, Rojavayî ne. Tirkiyeyê, ji bo koçberên Rojavayî biçin Ewropayê korîdoreke derveyî qanûnan vekiriye.
Wekî din, mirovên ji Sûriyeyê yên ji neçarî koçî Tirkiyeyê kirin, demeke dirêj weke zemînek ji mûxalefeta Sûriyeyê, bi taybetî jî zemînek ji bo rêxistinbûyîna çeteyên DAIŞ'ê hatin bikaranîn.
Bi hezaran Erebên Sûnî yên koç kirin li herêma Cerablûsê hatin bicihkirin û bi vî rengî dixwazin yekparebûna jeopolîtîk a Rojava parçe bikin û li Kurdistanê hevsengiyeke nû ya demografîk ava bikin.
NIFÛSA EFRÎNÊ BÛ DU QAT
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê, guhertina ku di rewşa demografîk a Rojava de pêk aniye, ji komkujiyeke fîzîkî bêhtir xetere ye.
Koçberiya ji Sûriyeyê ji niha ve di nifûsa li Rojava de rê li ber guhertineke cidî vekiriye. Endamê Komîsyona ji Koçberan Berpirsyar a Efrînê Mehmûd Hecî Hesen da zanîn ku beriya sala 2011'an nifûsa Efrînê 450 hezar bû, lê niha mîlyonek mirov lê dijîn.
Hesen ragihand ku rêjeya Erebên berê li bajêr dijiyan ji sedî 7 bû, lê niha ji sedî 25 e. Yanî berê li Efrînê 41 hezar Ereb dijiyan, niha 250 hezar Ereb dijîn. Ji van bi tenê 700 malbat (bi qasî 2500 kes) li kampên penaberan dijîn.
JI IRAQÊ 250 HEZAR EREBAN KOÇÎ ROJAVA KIRIN
Li Kantona Qamişlo rewş xerabtir e. Serokê Komîsyona Karên Civakî ya Kantona Qamişlo Dijwar Ehmed agahiyên girîng parve dike. Li gorî Ehmed piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê ya Mûsilê, bi qasî 200-250 hezar kesên li Iraqê dijiyan koçî kantona Qamişlo, yanî Amûdê, Dirbespiyê, Hesekê kirin.
Beriya şer tê texmînkirin ku nifûsa Kantona Qamişlo 1 mîlyon 500 hezar bû. Ji van 500 hezar, tê texmînkirin ku koçî Tirkiye, welatên Ereb û beşek ji wan koçî Ewropayê kirine.
Lê belê îro jî 1 mîlyon 500 hezar kes dijîn. Yanî li cihê Kurdan vala kirin, Ereb bi cih bûn.
Ji van 300 hezar Erebên Sûnî ji Heleb, Îdlîb, Reqqa û bajarên din ên Sûriyeyê hatin. 200 hezar Ereb jî ji Zima Rabîa ya ser bi Mûsilê hatin. Ji Erebên ji Iraq û Mûsilê hatin bi tenê 300 malbat li kampa Roj dijîn. Li Til Koçerê hewl tê dayîn ku kampek ji 40 hezar kesî bê avakirin.
Yanî vê kantonê jî beşeke mezin a koçberan li bajaran, bajarok û gundan belav bûne.
1.5 MÎLYON EREBÊN SÛNÎ LI RIHAYÊ HATINE BICIHKIRIN
Beşek girîng a koçberên ji Sûriyeyê, li Tirkiyeyê jî li bajarên Kurdistanê hatin bicihkirin. Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê yê Rihayê Mehmet Siddik Damar van agahiyan dide: "Li gorî hejmarê fermî yên li Tiriyeyê li Rihayê 1.6 mîlyon, li gorî hejmarên ne fermî 2 mîlyon koçberên ji Sûriyeyê li Rihayê dijîn."
Ji sedî 85 ê van koçberan li derveyî kampan dijîn. Yanî bi tenê 150 hezar koçberên Sûriyeyî yên li Rihayê hatine bicihkirin, li kampan e.
Bi vê yekê re li bajêr ji aliyê civakî, aborî û tenduristiyê ve gelek pirsgirêk der bûn.
Rewşa Dîlokê jî dişibe ya Rihayê. Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê yê Dîlokê Nazim Taştan da zanîn ku piraniya penaberên ji Hama, Hûmis, Heleb, Şam û Derayê, di ser Efrîn-Kîlîsê re hatine Tirkiyeyê. Şaredariya Dîlokê dibêje ku hejmara penaberên li Dîlokê 200-250 hezar e.
Lê belê ji ber ku ev hejmar fermî ye, tê destnîşankirin ku hejmara rasteqîn bi qasî 500 hezar e.
BAŞÛRÊ KURDSITANÊ DIBE EREB
Li Başûrê Kurdistanê jî di asta ku karibe bandorê li rewşa demografîk bike herikîna koçberiyê dewam dike. Endamê Komîsyona YNK'ê ya ji Koçberan Berpirsyar Çiya Huseyîn Faris koça ber bi Başûrê Kurdistanê û polîtîkaya Başûrê Kurdistanê ya li ser vê mijarê bi me re parve kir.
Li gorî Huseyîn, piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê 59 hezar kesan koçî Silêmaniyeyê, 123 hezar kesan koçî Hewlêrê û 240-250 hezar kesan koçî Duhokê kirin, ku ev hemû Erebên Sûnî ne.
Li Kerkûk a ku ji aliyê polîtîk û demografîk ve pirsgirêkên xwe hene, 250 hezar malbat bi cih bûn.
Tevî u artêşa Iraqê û hêzên Kurd, bajarên Diyala û Selahedîn ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin jî, yên ji vê derê koç kirin, vegeriyan.
Ev rewş vê yekê nîşanî me dide: Hikûmet Navendî ya Iraqê ya Şîa wê ji bo vegera koçberan Ereb nekevin nava hewldanan.
Mayîna Erebên Sûnî li Kurdistanê ji bo demeke dirêj, (ji ber meylên wan ên nasnameya serdest) wê rê li ber dejenerasyona etnîkî veke. Piraniya van jî li bajar û gundan belav bûn.
ŞAKLAWA ÊDÎ BAJAREKÎ EREB E
Çiya Huseyîn Faris diyar kir ku hejmara koçberên Ereb li Şaklawa ji hejmara Kurdan zêdetir bûye û got, "Mînak li Arbatê 36 hezar kes hene. Lê belê 600 malbatên Ereb li vir bi cih bûne. 2700 malbat jî li kampê dimînin."
Rêveberiya herêma Kurdistanê gefa demografîk dît û biryareke navendî stend. Li gorî vê yekê, zarokên Iraqî yên li Kurdistanê ji dayikbûne wê li ser herêma dê û bavên wan ji dayikbûne, bên qeydkirin. Bêguman ev yek ji bo pêşerojê tedbîreke girîng e. Lê belê ji bo ev biryar bi cih were anîn, divê însiyatîfa Kurdan bidome.
ÊZIDÎ DEMÊ WINDA DIKIN
Li Kurdistanê piştî Kobanê yek ji pêvajoya herî xetere û krîtîk, bêguman êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê ye. Nêzîkatiya PKK'ê ya piştî Kobanê li vê derê nîşan da, di asteke girîng de pêşî li dagirkirina Kurdistanê ji aliyê çeteyan ve, girt.
Zêdeyî 500 hezar Êzidiyan ji vir koç kirin, ev yek windahiyeke mezin bû. Şandin an jî neşandina van, di heman demê de wê bandorê li ser pêşeroja polîtîk a vê herêmê bike. Ev mijara taybet, di nava gefa demografîk de xwedî cihekî stratejîk e.
Kurd bêguman hembêza xwe li gelên di rewşa zor û zehmet de ne, vedikin. Lê belê divê haya wan ji bandora vê yekê jî hebe û di vî warî de zana bin.