Desteya Parastinê ya Kobanê: Divê Tirkiye li gorî hiqûqa cîrantiyê tevbigere
Desteya Parastinê ya Kobanê, der barê êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî çeperên YPG'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Desteya Parastinê ya Kobanê, der barê êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî çeperên YPG'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Desteya Parastinê ya Kobanê, der barê êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî çeperên YPG'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya desteyê wiha ye:
"Serhildanên gel ên li Sûriyeyê, bi demê re veguherîn şerê navxweyî. Di vê rewşê de gelê kurd xwest xwe biparêz e û ne di hundirê Suriyê de ne jî li cîranên xwe re tevlî şer û aloziyê nebe.
Cîhan tev dizane ku sînorên rêveberiya xweser ên di bin parastina YPG’ê de cihên herî bi ewle ne. Di nava vê demê de t, bûyerên ku mafê cîrantiyê binpê bikin, çênebûne. Lê belê deverên li ser sînorê Tirkiyeyê yên dibin dagirkeriya DAIŞ û Cephet El-Nûsra de, gelek bûyer çêbûne. Ev der bûne cihên derbasbûna çetayan û bala hemû çapemeniya cîhanê kişandiye. Ev dever ji bo Tirkiyeyê ku îdîa dike li dijî terorê şer dike, nuqteyeke lawaz e.
Rêveberiya Xweser tenê dixwest bi Tirkiyeyê re têkiliyên baş çêbike. Neqilkirina gora Silêman Şah a bi destûra Rêveberiya Xweser û bi alîkariya YPG’ê, ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera herdu civakan de mînakek niyeta baş bû. Her wiha têkiliya xizmanî ya civaka li herdu aliyên sînor jî heye.
Lê di dema derbasbûyî de gelek bûyerên ku tifaqa Aşmê binpê dikin, çêbûne. Yek ji van jî êrîşên artêşa tirk ên li ser nuqteyên YPG’ê ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê parastina Kobanê dike ne. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê di dîroka 29.11.2014’an de êrîşî deriyê sînor kir, wê demê YPG’ê ew der parast.
Em wekî Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê, bi xemgînî dibînin ku ev êrîşên li ser nuqteyên YPG’ê didomin. Em bang li birayên xwe yên li Tirkiyeyê dikin ku mafê cîrantiyê binpê nekin û bicîh bînin. Her wiha têkiliyên biratiyê ku feydeyê wê li ser herdu aliyan heye, pêş bixin. Em hêvî dikin ku birayên me yên Tirkiyeyê, bi YPG û Rêveberiya Xweser re, wekî şirîkên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê tevbigerin."