Terora dewletê ya li Nisêbînê hat protestokirin

Li Şirnexê bi sedan xwendekar ji bo piştevaniya berxwedana gelê Nisêbînê meşiyan.

Li Şirnexê bi sedan xwendekar ji bo piştevaniya berxwedana gelê Nisêbînê meşiyan.

Endamên DEM-GENÇ'ê û Komeleya Xwendekarên Demokratîk ê Zanîngeha Şirnexê (ŞUDO-DER) ji bo piştevaniya berxwedana Nisêbînê ya ku 7 roj in li hemberî êrîşan li ber xwe didin çalakî li dar xistin. HDP, DBP û Egîtîm Sen a Şirnexê jî piştgirî dan çalakiyê. Xwendekarên li ber avahiya DBP'ê kom bûn heta qada Azadiyê meşiyan.

Di meşê de dowîzên "Gelê Nisêbînê ne tenê ye" û "Şoreş raperîn Nisêbîn" hilgirtin û rê rêya Cizîr-Qileban li trafîkê girtin. Welatî jî derketin ser şaneşînê û bi nîşaneya serketinê piştgirî dan xwendekaran. Li ser navê xwendekaran endama ŞUDO-DER'ê Melek Akay axivî. Akay diyar kir ku hikûmeta AKP'ê tehemulî xwerêveberiyan nekiriyê û li hemberî gelê Kurd şer îlan kiriye. Akay got ku di êrîşên hêzên dewletê de jin, zarok, kal û pîr gelek sivîl hatin kuştin.

Akay da zanîn ku dewlet bi tank û topan êrîşî vîna gel dike û wiha axivî: "Berê jî bi tank, top, helîkopter û panzêran êrîşî vîna gelê Farqînê kir. Gel bi parastina rewa û berxwedana xwe êrîş vala derxistin. Em gelê me yê berxwedêr silav dikin. Heke em îro piştevaniya berxwedana Nisêbînê nekin wê sibe dor bê me. Divê em berxwedana xwe mezintir bikin."