Saziyên Civaka Sivîl ên Mêrdînê ber bi Nisêbînê ve bi rê ketin
Saziyên civakî yên Mêrdînê ji bo Nisêbînê ku ev 7 roj in qedexeya derketina derve berdewam dike ketin nav liv û tevgerê.
Saziyên civakî yên Mêrdînê ji bo Nisêbînê ku ev 7 roj in qedexeya derketina derve berdewam dike ketin nav liv û tevgerê.
Saziyên civakî yên Mêrdînê ji bo Nisêbînê ku ev 7 roj in qedexeya derketina derve berdewam dike ketin nav liv û tevgerê. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, beriya ber bi Nisêbînê ve bi rê bikevin axivî û got "Di 1937'an de ji bo gel terbiye bikin, hêza dewletê nîşan bidin li Dêrsimê komkujî kirin. Îro jî em li tevgera polîsên tîmên taybet dinêrin, Komkujiya Dêrsimê ya 1937'an tê bîra me."
Saziyên civakî yên sivîl ên Mêrdînê, daxuyandin ku ji bo pêkanînên rewşa awarte protesto bikin ewê biçin Nisêbînê. Civîna ku li Odeya Sanayî û Bazirganî ya Mêrdînê pêk hat, parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Mîthat Sancar û Erol Dora, rêxistinên HDP û DBP'ê, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarê Artûklûyê Sevînç Bozan, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Odeya Sanayî û Bazirganî ya Mêrdînê, Komeleya Mafên Mirovan û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî tevlîbûn.
'DEWLET DIXWAZE GEL TERBIYE BIKE'
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk di axaftina xwe de diyar kir ku feraseteke ku dixwaze gel "terbiye" bike meriyetê de ye. Turk bal kişand ser Komkujiya Dêrsimê ya 1937'an û wiha axivî: "Di 37'an de, ji bo gelê Dêrsimê terbiye bikin, hêza dewletê nîşan bidin komkujî pêk anîn. Îro jî em li tevgera polîsên tîmên taybet dinêrin, Komkujiya Dêrsimê tê bîra me." Turk di dawiya axaftina xwe de, ji bo piştgiriya Nisêbînê spasiya saziyên sivîl ên civakî kir
'DIVÊ QEDEXEYA DERKETINA DERVE WERE RAKIRIN'
Piştî axaftina Turk, Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Mêrdînê Mehmet Alî Tutaş, daxuyaniya hevpar xwend. Tutaş diyar kir ku bi taybet piştî pêvajoya çareseriyê hate rawestandin, welatiyên sivîl têne kuştin û êrîşên ku pêş dikevin jiyana rojane tehdîd dike. Tutaş herî dawî bal kişand ser pêdiviya aştiyê û got: "Em bang dikin ku pevçûn yekser were rawestandin, pêkanînên qedexeya derketina derve were betalkirin û muzakereyên aştiyê ji nû ve were destpêkirin."
'HEYET BI RÊ KET'
Piştî axaftinan, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Mîthat Sancar û Erol Dora, rêxistinên HDP û DBP, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ahmet Turk, ber bi Nisêbînê bi rê ketin.