Ji bo Yeşîlmen mewlûd hat dayîn
Keça Selamet Yeşîlman a ji aliyê polîsên Tirk hatibû qetilkirin, Fîlîz Yeşîlmen got: “Dayika min ji bo jinek Kurd a bi rûmet bû û bajarê xwe neterikand hedef hat girtin.”
Keça Selamet Yeşîlman a ji aliyê polîsên Tirk hatibû qetilkirin, Fîlîz Yeşîlmen got: “Dayika min ji bo jinek Kurd a bi rûmet bû û bajarê xwe neterikand hedef hat girtin.”
Li navçeya Hezex a Şirnexê ji bo Selamet Yeşîlmen dayika 5 zarokan ku li Nisêbînê di roja 3. a ‘qedexeya kolanan’ di encama gulebarana polîsên Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hat dayîn.
Keça Yeşîlmen, Fîlîz Yeşîlmen tevlî mewlûdê bû, ji her kesê ku ji roja dayika wê jiyana xwe ji dest da heta niha ew tenê nehiştine re spasiyên xwe anî ziman. Yeşîlmen li hember daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên têkildarî mirina dayika wê bertek nîşan da, destnîşan kir ku daxuyanî bi giştî berevajî ne û “derew” in. Fîlîz Yeşîlmen wiha axivî: “Dayika min ji bo jinek Kurd a bi rûmet bû û bajarê xwe neterikand hedef hat girtin. Niha jî bê ku şerm bikin me sûcdar dikin, lê her kes dizane bê ka çiqasî derewan dikin.”
Yeşîlmen destnîşan kir ku ji bo berpirsên komkujiyê û fail bên dadgehkirin çi ji destê wan bê wê bikin û wiha axivî: “Em ser bilind û bi rûmet in. Em soz didin wê destên me di qirika komkujer û berpirsan de bin.”