Qeymeqamê Xûrmatû: Li hev hat kirin, ewlekarî wê di destê hêzên hevpar de be

Qeymeqamê Xûrmatû Şelal Abdul, civîna ku dawî li aloziya li navçeye anî û destayên peymana li ser li hev hat kirin, ji ANF'ê re nirxand.

Qeymeqamê Xûrmatû Şelal Abdul da xuyakirin ku hêzên Kurd û Heşd El Şebî li ser 6 xalan li hev kirine. Li gorî vê peymanê, Heşd El Şebî û hêzên pêşmerge wê xwe ji navçeyê vekişînin û ewlekariya navçeyê wê ji aliyê asayîşa hevpar a bê avakirin ve, bê birêvebirin.

Qeymeqamê Xûrmatû Şelal Abdul, civîna ku dawî li aloziya li navçeye anî û destayên peymana li ser li hev hat kirin, ji ANF'ê re nirxand.

Ji bo qedandina şerê bi rojane li navçeya Xûrmatû ya parêzgeha Selahedînê dewam dike civînek hat lidarxistin. Di civînê de peymanek hat morkirin. Rayedarên hêza mîlîs a Şîa Heşd El Şebî û berpirsyarên hêzên pêşmergeyan ên îro li navçeyê li hev civiyan, li ser 6 xalan li hev kirin.

Şelal Abdul diyar kir ku rewş niha li navçeyê bêdeng e û xalên peymanê bi vî rengî vegot:

Li gorî vê yekê; 

1- Şerê di navbera aliyan de wê bê sekinandin û helwestên rê li ber şer vekin, bên terikandin.

2- Êsîrên di destê aliyan de wê li berberî hev werin berdan.

3- Yên di nava vê demê de jiyana xwe ji dest dane wê weke şehîd bên îlankirin û der heqê wan de bê xwestin ku hiqûqa li ser şehîdan a Destûra Bingehîn a Iraqê bi cih bê anîn.

4- Ji hikûmeta navendî ya Iraqê wê bê xwestin ku zerara madî ya mirovên di van bûyeran de mal û dikanên wan zerar dîtine, bê çareserkirin.

5- Ji bo ewlekariya bajêr pêk bîne wê hêzeke hevpar were avakirin û ev hêz wê dest li pirsgirêkeke gengaz werde.

6- Li nava navçeyê wê bendên kontrolê bên danîn û ji aliyê heyetekê ve werin kontrol.

Qeymeqamê Xûrmatû Şelal Abdul da zanîn ku di civînê de li ser van xûsûsên bingehîn li hev hatiye kirin û anî ziman ku ji bo nîqaşkirina hin mijaran, hevdîtin dewam dikin.